• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Navenda Nûçeyan / AW

25 NÎSAN 2026 - 14:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHDê yên Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê û xizmên windayan vê hefteyê jî bi daxwaza aşkerekirina aqûbeta windayan daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate destnîşan kirin ku divê demildest çarenûsa windayan bê aşkerekirin û pêwistiyên hiqûqî bên bi cih anîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 224emîn ya çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de aqûbeta Velat (10), Îsmaîl (11) û Sibel Şedal (7) pirsîn. Çalakî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê pêk hat û di çalakiyê de wêneyên kesên kujerên wan nediyar in hatin hilgirtin. Tevî malbatên windayan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser kuştina zarokan. Ozan Akbaş diyar kir ku Velat, Îsmaîl û Sîbel Şedal ên zarok bûn, di 26ê nîsana 2000an de nêzî xala kontrolê ya polîsan di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dane. Ozan Akbaş bi lêv kir ku lêpirsîneke bibandor li ser bûyerê nehatiye meşandin û got: “Waliyê wê demê ji malbatê re gotiye ku divê ew giliyê nekin. Li ser vê yekê dozgeriya Geverê biryara ‘hewceyî lêkolînê nîne’ daye û têkoşîna malbatê ya ji bo dîtina berpirsiyarên vê bûyerê hatiye astengkirin. Derbarê bombeya teqî de tu lêkolîn nehatin kirin û doz hatiye girtin. Lê, em dê dev ji lêpirsîna aqûbeta Velat, Îsmaîl û Sîbelê bernedin.”

Êlih

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 724emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li aqubeta Kadrî Yilmazê ku piştî di Nîsana 1994an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin pirsîn. Di çalakiyê de Rêveberên İHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di dibinçavan de hatibûn windakirin û kuştin hildan. Rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan çîroka Kadrî Yilmaz xwend.

Li ber çavên sedan kesan ew birin

Alî Karadogan diyar kir Kadrî Yilmaz beriya ku bê windakirin li Amedê bi malbata xwe re jiyana xwe didomand û got ku di Nîsana 1994an de dema diçe daweta xizmekî xwe tê binçavkirin û ji wê rojê ve winda ye. Alî Karadogan wiha behsa windabûna wî kir: “Polîsan li navçeya Rezanê êrişê dawetê kirin, Kadrî, birayê wî û sê kes ji dawetê birin. Roja din birayê wî û du kesên dinê hatin berdan. Malbatê derbarê Kadrî Yilmaz de serî li saziyên fermî dan û gotin; ‘Ew li ber çavên bi sedan kes hatiye windakirin, lê nehate berdan.’ Heşt roj piştî bûyerê malbatê bi rêya merîvên xwe yên navçeya Licê hîn bûn ku leşkeran cenazeyên sê kesan anîne mizgeftê. Û di çaleke ku li ber Dibistana Seretayî Herêmî ya navçeyê hatibû kolandin, wekî baregeheke leşkerî dihat bikaranîn veşartibûn. Malbatê cenaze ji cilên Kadrî nas kir, lê dîsa jî cenaze nedan malbatê. Kadrî Yilmaz hê jî windaye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”

Piştî xwendina çîrokî çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Çalakiya Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” ku du hefteyan carekê tê lidarxistin, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdana te ne, xwedî derkeve” û “Winda diyar in, kujer li kuderê ne?” hatin hildan. Li ser navê girseyê, endamê rêveberiya Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Mustafa Kizartici daxuyanî xwend.

‘Ji bo aştiyê pêdiviya me bi rastiyê heye’

Mustafa Kizartici aqûbeta zarokên 23 û 24ê Nîsanê di binçavan de hatine windakirin pirsî û destnîşan kir ku lêgerîna rastiyê berdewam dike û got: “Li hemberî binpêkirinên giran ên mafên mirovan; nîşandana helwesteke zelal, şermezarkirin û pêkanîna cezayan, tenê bi derbaskirina polîtîkayên înkar û bêcezakirinê pêkan e. Ji bo vê jî divê Tirkiye wekî dewlet û wekî civak bi raboriya xwe re rûbirû bibe. Ji bo pêkanîna lihevkirina civakî û aştiyê û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, beriya her tiştî pêdiviya me bi rastiyê heye.”

‘Înkar berdewamiya sûc e’

Li ser mijarê Mustafa Kizartici bi bîr xist ku di 24ê Nîsana 1915an de li Stenbolê 250 rewşenbîrên Ermen ji malên wan hatine girtin û wiha berdewam kir: “Di 111emîn salvegera 24ê Nîsanê de, em bang li rêveberên dewletê dikin; înkar binpêkirina herî berfireh a mafên mirovan e. Înkar berdewamiya sûc e. Ji bo ku ev birîna 111 sal in di wijdanê mirovahiyê de dilerize were dermankirin, em bang li dewlet û civakê dikin ku bi rastiya rewşenbîrên Ermen ên li Stenbolê hatin windakirin re rûbirû bibin. Em careke din parvekarê êşa civaka Ermen in û hemû gelên ku li cîhanê rastî qirkirinê hatine bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi minasebeta 23 û 24ê Nîsanê em careke din deng dikin; çend sal derbas bibin bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo zarokên winda û rewşenbîrên Ermen bernedin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet mecbûr e di nav pîvanên hiqûqî de tevbigere. Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin!”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Amed

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windayan, bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 898emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê civiyan. Di çalakiyê de malbatên windayan wêneyên xizmên xwe yên hatine kuştin û windakirin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Cemal Kavak hatin pirsîn ku di 24ê Nîsana 1996an de li Amedê hatibû binçavkirin û piştre cenazeyê wî hatibû dîtin.

Tanrikulu: Gerek em ji Vedat Aydin dest pê bikin

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Serokatiya Daîreya Lêkolînên Sûcên Kiryarên Wan Nediyar a ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye avakirin. Tanrikûlû diyar kir ku avakirina vê daîreyê girîng e û wiha got: “Heke hûn ê dest pê bikin, werin em ji vê qadê dest pê bikin. Werin em ji Vedat Aydin dest pê bikin ku sembola cînayetên kiriyarên wan nediyar e. Em amade ne. ÎHD û Baroya Amedê amade ne ku hemû raporan pêşkêş bikin.”

Çîroka Cemal Kavak

Dû re rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî çîroka Cemal Kavak xwend. Berfîn Elçî bi bîr xistin ku Kavak di sala 1996an de bi awayekî bêhiqûqî hatibû binçavkirin û piştre cenazeyê wî yê ku şopên îşkenceyê li ser hebûn hatibû dîtin û destnîşan kir ku tevî çend sal bi ser re derbasbûne jî kujer hêj nehatine darizandin.

Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 

Etîket: ColemêrgÊlihÎHDİzmirKurdistanWindaXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Danişîna Ayşegul Akdogan a ku jinan dikşîne nav fihûşê taloqî 16ê Cotmehê hat kirin

Danişîna Ayşegul Akdogan a ku jinan dikşîne nav fihûşê taloqî 16ê Cotmehê hat kirin

10 HEZÎRAN 2026
Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

9 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

KNK di roja duyemîn de Konferansa Neteweyî nîqaş dike

7 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

7 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd ne amûra henekên hişmendiya mêrserwer in’

‘Jinên Kurd ne amûra henekên hişmendiya mêrserwer in’

6 HEZÎRAN 2026
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ruştu Tîryakî: Îro roja avêtina gavan û çêkirina qanûnan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keda 35 salan: Bîrsen Guneş bû stûna odeyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (284)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne