Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Amedê dest pê kir.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansekê li dar dixe. Konferansa ku Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenter, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên Kurdistanî û delegeyên înîsiyatîfê tev li bûne, dest pê kir.
Konferansa bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kiriye bi axaftinan didome.
















