Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ji konferansa ‘Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin’ şandî de xalên girîn destnîşan kirin û got ku hebûn ancak bi sazîbûne xurt a siyasî û civakî pêkan e. Abdullah Ocalan anî ziman ku pirsgirêka esasî ew e ka dê îro ev sazîbûna siyasî û civakî bi awayek nûjen çewa bê sazkirin.
Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a bi navê, “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansê re şand û balkişand ser xalên girîng. Sekreterê însiyatifê Hilmî Aydogdu ve tê xwendin.
Peyama Abdullah Ocalan ji bo konferansê wiha ye:
“Beşdarên hêja,
Kapasîteya civakekê ya domandina hebûna xwe, rasterast bi hêza wê ya veguherîna li gorî rastiyên serdemê ve girêdayî ye. Tu pêkhateyek civakî ya ku naguherî, venaguhere û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava nake, nikare mayînde be.
Kurd jî ji ber polîtîkayên înkar, îmha û zextê yên ku bi salan e rû bi rû dimînin, ji derfeta pêkanîna vê guherîn û veguherînê bêpar hatine hiştin.
Pirsgirêka bingehîn ku îro li pêşiya me radiweste ew e ku dê civaka Kurd çawa bibe civakeke modern a demokratîk.
Kurd bi dîrok, ziman, çand û tevna xwe ya civakî rastiyek in. Domdariya vê rastiyê, bi raberikirina vîna xwe ya di qadên siyaset, aborî, perwerde, tenduristî û çandê de ve girêdayî ye. Ev yek jî tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e.
Civaka demokratîk pêwîstî bi pêvajoyeke zanebûnî ya înşayê heye. Ev înşa ne bi tundiyê û ne jî bi ferzkirinê dikare pêk were. Ev yek bi rêxistinbûneke piralî ya civakî ya li ser zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk tê meşandin pêkan e. Ji nû ve nirxandina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî esasên demokratîk, bingeha vê pêvajoyê pêk tîne. Demokrasî li cihê ku zor û zext lê nîne şîn dibe.
Ji ber vê sedemê, divê civaka Kurd ne tenê li hemberî derve, di têkiliyên xwe yên navxweyî de jî ji nû ve înşayeke li gorî pîvanên demokratîk esas bigire. Dema em di têkiliyên bi netewe-dewletan re çareserî û muzakereya demokratîk diparêzin, divê em di nava xwe de jî ne tundiyê, lê siyaset û hiqûqa demokratîk esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk di muzakereya demokratîk re derbas dibe.
Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê Kurd pirsgirêka yekitiyê ye. Ji ber vê yekê yekitiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye. Lidarxistina kongreyeke berfireh a yekitiya demokratîk, ji bo derxistina holê ya hişê hevpar û vîna hevpar wezîfeyeke lezgîn e. Dema ku Kurd li welatên lê dijîn bi riya muzakereya demokratîk li çareseriyê digerin, neçar in ku pirsgirêkên di nava xwe de jî bi heman rêbazê çareser bikin.
Lê belê li pêşiya vê pêvajoyê, pergala têkiliyên teng a eşîrtî, qebîletî û ya ku civakê parçe dike wekî astengiyeke girîng disekine. Vê zihniyetê pêkhateya civakî qels kiriye û wêraniyên cidî afirandine. Bêyî rûbirûbûna bi vê rastiyê re, avakirina yekitiya demokratîk ne pêkan e.
Afirandina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên navxweyî li pey xwe hiştine û dispêre rêzgirtina hevpar, pêkan e. Rêya vê yekê, di serdestkirina esasên demokratîk a li hemû qadên jiyanê re derbas dibe. Belavkirina vê têgihiştinê ya gav bi gav di nava civakê de, ku di serî de pêkhateyên siyasî tên, wezîfeya herî girîng a serdema li pêşiya me ye.
Serdema li pêşiya me, ji bo civaka Kurd serdemeke ji nû ve avabûnê ye.
Bingeha vê avabûnê jî wê yekitiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava ku li ser vê bingehê bê avêtin, wê pêşeroja me ya hevpar diyar bike.
Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdariyên xwe yên bêdawî silav dikim
Abdullah Ocalan
Îmrali”













