Nivîskar û helbestvanê Kurd Rênas Jiyan li ser pirtûkên xwe yên ku nivîsandiye bi xwînerên xwe re hat gel hev û gotûbêj kir.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Rênas Jiyan li Şanoya Yenî Sahneyê ya Êlihê pirtûkên xwe yên helbestî ku nivîsandiye bi gelek xwînerên re hat gel hev li ser wan gotûbêj kir. Beriya ku dest bi gotubêjê bike pêşî helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî û gelek helbestvanan bi bîr anî û qala kar û keda wan kir. Piştre bername bi xwendina helbestên Kurdî berdewam kir. Beşdaran bi baldarî helbest guhdar kirin.
Piştî xwendina helbestan bername bi pirs û bersivan û bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.














