Hejmara 16emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Azadiya fîzîkî ferz e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat ku heftane weşanê dike, di hejmara 16emîn de bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê taybet ku li dijî civakê tê pêşxistin. Rojnameyê nirxandina Hevseroka Şaxa OHDê ya Stenbolê Ayşe Ozdemîr a derbarê girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxist pêş. Dîsa rojnameyê cih da gotara Nivîskar Mehmet Şahîn a bi sernavê “Polîtîkayên qirkirinê û şikandina vîna civakî” û bal kişand ser şerê taybet ê li dijî civakê.
Rojnameyê gotarên Nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Şerê li dijî îradeyê”, gotara Nivîskar Şadiye Manap a bi ser navê “Siberoja me”, gotara Nivîskar Gelawêj Ewrîn a bi sernavê “Mûşekên pembe yên li dijî Jin Jiyan Azadî”, gotara Rojnameger Ubeydullah Serhildan Andan a bi sernavê “Talankerîya raştîye”, gotara Rojnameger Alî Guler a “Di navbera wêrankirin û hêviyê de” di rûpela pêşî de da.













