Şam – Li Şamê di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” yê li gundewarê Heleb û Idlibê de, 153 kes hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji berbanga 27ê Mijdarê ve şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” de dewam dike, heta niha 99 çete û 54 leşkerên Şamê, bi giştî 153 kes ji her du aliyan hatine kuştin. SOHRê diyar kir ku çeteyan 8 leşkerên Şamê li gundê Acil û derdora wê û 2 leşkerên din li rojavayê Helebê dîl girtine. Li gorî SOHRê, çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ragihandibû ku wan gundê Şabûr li nêzî bajarê Seraqib yê rojhilatê Idlibê, gundên Dadîx û Keferbetîx yên rojhilatê Idlibê û gundên Keferbisên û Ernaz ên rojavayê Helebê kontrol kiribûn.