Di çarçoveya lêpirsîneke li Rihayê de, qeyûmê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak ku piştre ji AKPê bibû şaredar jî di nav de 46 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Di lêpirsînê de sûcdariyên ‘avakirina rêxistina sûc’ û ‘gendeliyê’ hene.
Operasyona di 24ê Nîsanê de bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûgê hatibû destpêkirin, derbasî qonaxa edliyeyê bû. Di çarçoveya lêpirsînê de bi sûcdariyên “avakirina rêxistina sûc” û “fesaziya di kar û barên îhaleyê de û gendêlî” li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 50 kes hatibûn binçavkirin.
Îfadeya 50 kesan hate girtin
Di nava gumanbaran de Qeymeqamê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak ku demeke dirêj li navçeyê qeyûmtî kir û piştre jî ji AKPê şaredarî bi rê ve bir jî heye. Her wiha endamên encumena şaredariyê yên berê, personelên yekeyên cuda yên şaredariyê û hin esnaf jî di nav binçavkiriyan de bûn. Îfadeyên van 50 kesan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn.
4 kes serbest hatin berdan
Ji 50 gumanbaran 4 kes, piştî girtina îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan. 46 kesên mayî ku Albayrak jî di nav de ye, ji Midûriyeta Polîsan a Rihayê derxistin û ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Piştî nexweşxaneyê, ew 46 kes ji bo derxistina pêşberî dozgeriyê sewqî Edliyeya Bêrecûgê hatin kirin.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku di heman dosyeyê de der barê kesekî din de jî biryara binçavkirinê heye, lê ew kes hîn nehatiye girtin.












