Midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen di çarçoveya dosyeya Gulistan Doku de wekî şahid îfade da.
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê di dosyeya Gulistan Doku de wekî şahid gazî midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen ku niha Midûrê Emniyeta Yalovayê ye, kir. Delen ku ji Yalovayê hat Erziromê, îfadeya wî nêzî 4 saetan dewam kir. Piştî îfadeyê Delen ji Edliyeya Erziromê derket.
Delen di navbera 2019-2021ande li Dêrsimê wekî Midûrê Emniyetê xebitîbû. Herî dawî di 23yê çileya 2026an de wekî Midûrê Emniyeta Yalovayê hatibû tayinkirin.













