Amed – Dozgerê Komarê yê Eskişehirê nivîskar Hicrî Îzgoren jî di navde 5 rojnameger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê polîsan di 26ê Mijdarê de li gelek bajaran gelek kes binçav kirin. Îfadeya li dozgeriyê bi dawî bû. Piştî îfadeya li dozgeriyê dozger Koordinatorê Pirtûka Kurdî Baver Yoldaş û Fîgen Mamedoglu Alp serbest berdan. Dozger Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metina, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar Omer Barasi û Berfin Atli ji di navde bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.
Dozger, Derhêner Ardîn Dîren, Abdurrahman Aydin, nivîskar û şaîr Ahmet Hicri Îzgoren, Emrah Kelekçiler û rojnameger Ahmet Sunbul jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Kesên di binçavan de tên girtin jî tê payîn ku wan sibê sewqî dozgeriyê bike.