Li Stenbolê 1ê Gulanê li Îskeleya Kadikoyê bi coş hate pîrozkirin, polîs dema pîrozbahî didomiya li qadê êrişî ciwanan kir û hêri kêm 5 kes bi îşkenceyê binçav kir.
1ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran li Kurdistan, Tirkiye û gelek navendên cîhanê bi meş, daxuyanî û mitîngan tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê ya Stenbolê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Polîs bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vekirin êrişî ciwanan kir û hêrî kêm 5 kes bi îşkenceyê binçav kir.













