Jina Êzidî ya piştî 12 salan hatibû rizgarkirin, îro ji aliyê oldar, malbat û welatiyan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Jina Êzidî ya bi navê Cemîla Babîr sala 2014an, di dema êrişên çeteyên DAIŞê ya li ser Şengalê de li gundê Qinê bi malbat û kesûkarên xwe ve hatibûn girtin. Cemîla Bapîr Hacim dema hatibû girtin 7 salî bû. Cemîla 12 salan di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞê de dimîne. Dayik û hinek mirovên wan piştî girtinê çend salan tên azadkirin, lê Cemîla dimîne.
Di pêvajoya girtinê de Cemîla li gelek bajarê Sûriyeyê dimîne û herî dawî li Idlibê tê azadkirin.
Cemîla piştî esareta 12 salan vegeriya Şengalê û ji aliyê oldar, malbat û xizmên xwe ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Li ser rizgarkirina Cemîla Babîr Hacim mamê wê Faris Bedel Hacim axivî û got: “Em pir kêfxweşin ku Cemîla hate azadkirin û gihîşte malbata xwe. Ev kêlî ji bo min pir girîngin. Ji malbata me kesên hatibûn revandin hinek hatin azadkirin, lê bav û mamê Cemla hê jî ti agahî li ser nîne. Daxwaza me ewe ku di demeke kin de hemû dîlgirtiyên me bên azadkirin.”
Cemîla Babîr Hacim ji gundê Qinê ya bajarê Şengalê ye û ji eşîra Mirkan e.













