• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çanda resen: Govenda Kurdî

Ugur Dînler / AW

5 GULAN 2026 - 08:49
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Yildirim Aslan li ser wate û mîtolojiya govendê da zanîn ku heger pêşiya çanda popûler neye girtin dê çanda Kurdan ya resen winda bibe û wiha got: “Çanda popûler gerek nekeve nav çanda me ya resen, gelê Kurd divê ji gotin, heya cil u berg, tevger û jiyana xwe hewceye kurahiyek taybet derxe pêş da ku çanda wî winda nebe”

Govend, di çanda gelek gelan de wekî lîstikeke folklorîk cih digire. Govend ji bo Kurdan nîşaneya “hişmendiya hebûnê, têkoşîn û serhildanê” ye. Dema em li şêwaza govendgirtina Kurdan, cihên ku lê govendê digirin, cil û bergên wan ên herêmî û demên govendê dinêrin, em dibînin ku govend xwedî wateyeke ontolojîk, psîkolojîk û kolektîf e. Her xebateke kolektîf a ku tê afirandin, neynika bîra civakî ye.

Dema em li polîtîkayên red, înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên ku di sedsala dawî de bi awayekî dijwar li ser gelê Kurd hatine meşandin dinêrin, em dibînin ku govendê xwe bi awayekî bi hêztir, bi ahengdarî, bi watetir û bi şêwazekî kolektîf derxistiye pêş. Em dikarin bibêjin ku govend, di heman demê de parastina cewherî, yekîtî û têkoşîna gelê Kurd e. Bi taybetî, tiştên ku di sedsala dawî de hatine serê gelê Kurd, berxwedana wê serdemê afirandiye. Vê berxwedanê jî ziman, çand, huner, êş, şahî û lehengiya xwe bi xwe ava kiriye. Ev hest, herî dawî di gotinên stranan de dibin xwedî nasname xwe ji nû ve diafirînin.

Govend ne tenê ji fîgurên rîtmîk pêk tê. Govend, beriya her tiştî diyardeyeke civakî ye û bi kodên çandî û têkoşîna civakê hatîye nexşandin. Ev kodkirina çandî û ya têkoşînê, xwe di tîlîlî û di rengîniya cil û bergên herêmî de nîşan dide. Bi tîlîlîyên ku di govendan de tên avêtin, çand û têkoşîn bi awayekî bi heybet tê ziman. Tîlîlî, şêwazê qîrîna serpêhatiyên civakê ye. Kurd bi cil û bergên xwe yên herêmî, reng didin govendan. Wateya “şal û şapik” û “xeftan” an jî “kiras û fîstanên” ku li xwe dikin heye.

Bi taybetî li herêma Cizîrê, lixwekirina xiftanên spî ji aliyê jinan ve û nîşaneya aştiyê ku rengê spî ye, di govendê de watedarkirina aştiyê ye. Di govendê de ferdiyetperestî nîn e, ne takekesî ye, berevajî wê kolektîf e. Govenda ku kesek bi tenê digire, xwedî avahiyeke watedar nîn e, heta mirov dikare bibêje ku ne xweşik e jî. Takekes dema tevli govendê dibe, civakî dibe, bi civakê re dibe yek û bi vî rengî bedew dibe. Em dikarin govendê ji vî alî ve bişibînin têkoşînê. Govend bi qasî ku civakî dibe, ewqasî estetîk û xweşik e. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê, çanda govendê dewlemendiya xwe li Serhedê bi “cîda û sepkê”, li Botanê bi “Xelef”, li Behdînan bi “Şêxanî”, li Rojhilat bi “Hewreman”, li Başûr bi “Ahengî” û bi govendên wekî van nîşan dide.

Yildirim Aslan ê ku di warê fizîkê û lêkolîneriya govenda Kurdî de xebatê dike ji Ajansa Welat (AW) re axivî û qala dîrok, mîtolojî û wateya govendê kir.

‘Govend di nav xwe de hestê komînalîzm, berxwedan û wêrekiyê dihewîne’

Yildirim Aslan diyar kir ku govend berî her tiştî hevgirtine, piştevaniye û roleke ku di nav civakê de dilîze heye û ev tişt anî ziman: “Govend eşq û evine rîtuela bawerî û olî ye. Govend di nav xwe de hestê komînalîzm, berxwedan û wêrekiyê dihewîne. Bi ser qehremantiya gel de pênasekirina govendê heye, her wiha em dibêjin govend ne olperestî ye, xwezaperestî ye. Rol û mîsyona jinê di têgeha govendê de yan jî di naveroka govendê de rolek û mîsyoneke taybet dilîze. Em vîna ji ku digirin mesela heta dema neolîtîk e mesela di çanda Til Xelef de pênasekirina jin yan jî honandina jinê û hilberîn û pênasekirina jiyane jin bi rastî di wateya govendê de jî rol û mîsyoneke taybet dilîze. Di destpêka evîndariyê de weke pênasekirina govendê em dikarin bicih bikin, dîsa amadekariya şer dibêjin êrişek ji ku derê kî derê ve bê di amadekariya wê de dîsa rol û mîsyona govendê heye. Dîsa di şîn û seremoniya mirîyan de jî pênasekirina govendê heye. Her wiha di pîrozbahiya serkeftinê de rol û mîsyona govendê dîsa heye. Di destpêka evîn û eşqê de mesela govend tê pênasekirin. Di Kela Dim Dimê, efsaneya Derwêşe Evdî û Rustemê Zal de jî amadekariya weke şer te pênasekirin. Rîtuela serkeftinê ya herî mezin destana Kawayê Hesinkar e. Her wiha di nav xwezayê de wek çîrok an jî rîtuela koçerî koçervaniyê de jî demsalên ku tên guhertin jî di govendê de cihek û mîsyoneke taybet digir e.”

‘Hevgirtina û piştevaniya komînal di nav govendê de rîtuelek taybet û bi bandor e’

Yildirim Aslan da zanîn ku hevgirtina komînal û piştevaniya komînal di nav govendê de rîtuelek taybet û bi bandore û ev tişt gotin: “Bandora govendê ya li ser gelên Rojhilata Navîn berdewamiya çand û civakê di nav xwe de dihewîne. Di mîtolojiyan de mesela weke sembol û tevgerên govendê sê gavî weke sê gerdûn sê alem sê de pênasekirina wî heye. Di govendê de çerx dayîn, çerxa rojê an jî çerxa gerdûne, gavên giran mîsyonek taybet dilîze. Dîsa bi mîtolojiye jî naveroka wî taybetî ser xeta mîtolojiya Rojhilata Navîn an jî ser xeta Zagros û Mezopotamyayê de dans û cûreyên govendê de reqsên modern em bigirin heta reqsên civakî komelî dîsa reqsa ronahiyê ya olî weke semah, baweriyê, di reqsa lîstika gel de mesela dîsa cudahiya govendê em dikarin wisa pênase bikin. Govend ne reqsek e an jî ne weke pêngavek modernîste em lê zêde bikin govend bi rastî jî kurteya xwe ji mîtolojî ji danustendina xwe ya jiyanî digir e.”

‘Nêzîkatiya me ya li ser çand û folklora me pir qels e’

Yildirim Aslan di dawiyê de hişyariyek dide û dibê je heger em pêşiya çanda popûler negirin dê çanda me ya resen winda bibe û ev tişt parve kirin: “Çanda me ya resen di nav xwe de dewlemendiyek pir taybet dıhewîne, yanî wek folklornasên Rusî an jî Almanî gelek xebatên wan yên taybet hene. Ser erdnîgariya Kurdıstanê de jî dîsa li Mezopotamya yê folklor nasên Kurd û Kurdıstanî jî rol û mîsyonek taybet ser van mijaran de heye. Lê dema me ya îroyîn de nêzîkatiya ser çandê û nêzîkatiya folklor û govendê bi rastî pir qels e, yanî bandora çandên popûler û çandên neyênî ser çanda me ya resen û berhevkırî de bi rastî vê yekê xerab dike. Rol û mîsyona ku herî cidî û girîng çiye hewceye em wê bidin berxwe, yanî ne xebatek takekesî ne xebatek sazîkî û ne xebatek em bejin wisa nêzîk ûuyînek qels, bi awayekî cıdî, berfıreh û xûrt em wan xalan de hewceye hişyar bibin. Çanda popûler gerek nekeve nav çanda meyi resen, ji gotinên xwe heya cil u bergên xwe heya tevgerên xwe û jiyana xwe hewceye kurahiyek taybet derxın peş da ku çanda me winda nebe.”

Etîket: çanda Kurdîdîroka Kurdîfolklora Kurdanfolklora KurdîGovenda KurdîUgur Dînler
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

30 NÎSAN 2026
‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

30 NÎSAN 2026
Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

23 NÎSAN 2026
Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

22 NÎSAN 2026
Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

17 NÎSAN 2026
Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baroya Amedê: Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (108)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne