• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

Amed / AW

5 GULAN 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora xwe ya meha Nîsanê ya derbarê binpêkirinên mafên rojanmegeran de ragihand. DFGê da zanîn ku di meha Nîsanê de bi ser mala 3 rojnamegeran de hate girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran ya meha Nîsanê eşkere kir. Daneyên DFGê yên meha Nîsanê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Her wiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.

DFGê di raporê de ji aliyê binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê de diyar kir ku 2 organên weşanê bi êrîş an jî astengiyan re rû bi rû mane, bi ser mala 3 rojnamegeran de hate girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hate girtin.

Rapora DFGê parve kiriye bi vî rengî ye: “Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta der barê bûyereke li dibistaneke Sêwreg a Rihayê de ‘agahiyên xapînok’ li ser medyaya dîjîtal parvekirine, rojnameger Mehmet Yetîm hate girtin. Girtina Mehmet Yetîm, nîşan dide ku ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ji bo rojnamegeran xetereyeke çiqas mezin e. Her wiha, mûameleya xerab li rojnamegerekî hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin û şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin. Di girtîgehan de herî kêm binpêkirina mafê rojnamegerekî hatiye tespîtkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnameger ne tenê di qadên cemaweriyê de, di qadên jiyana xwe ya taybet de jî di bin zextê de ne.

Xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin

Binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de di asteke balkêş de ne. Di meha Gulanê de, derbarê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 4 rojnamegeran de doz hate vekirin. Li 10 rojnamegeran bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha di 35 dosyayan de darizandina 35 dosyayan berdewam dike. Heta 3yê Gulana 2026an hejmara rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e. Ev tablo nîşan dide ku xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin û pratîka cezakirinê çiqas zêde bûye. Di qada mafên aborî û civakî de di meha Gulanê de bûyereke ji kar derxistinê nehatiye qeydkirin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku pirsgirêkên binyadî û bêewlehiya di sektorê de ji holê rabûne.

Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome

Pêkanînên astengkirin û sansurê yên li ser sazî û organên medyayê berdewam kirin. Ji aliyê RTUKê ve der barê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hate rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li qenalan hatin birîn. Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome. Di qada înternet û medyaya dîjîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hate astengkirin. Her çend malpereke înternetê bi temamî nehatibe girtin jî, tê fêmkirin ku sansura li ser bingeha naverokê bi awayekî berfireh berdewam dike.

Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e

Bi giştî, daneyên Gulana 2026an radixin ber çavan ku rojnameger di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne. 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegeran ne tenê mafekî pîşeyî ye, di heman demê de beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3yê Gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane, bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.”

Etîket: DFG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

3 HEZÎRAN 2026
Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

14 GULAN 2026
Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

3 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî dikare were avakirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (550)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne