Rêxistinên Rojnamegeran di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rojnamegerên ji ber karê xwe hatinê girtin û gotin: “Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin.”
Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK), DÎSK-Basin-İş, Haber-Sen, Yekitiya Rojnamegerên Ewropayê, Cemiyeta Rojnamegerên Başur û Rojhilat, tekildarî 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li avahiya yekitiya Mulkiyeyan a navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji rojnamegerên girtî re azadî” dinivisî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê rojnameger Dîran Yurtseverê xwend.
‘Ji 180 welatan ketiye rêza 163yan’
Dîran Yurtseverê diyar kir ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji nav 180 dewletên cîhanê de di rêza 163an de cih digirê û da zanîn ku rojnameger ji ber kar û xebatên xwe tên girtin. Dîren Yurtseverê destnîşan kir ku bi girtina rojnamegeran mafê wergirtina agahiyan a gel jî tê astengkirin.
Nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin
Dîran Yurtseverê xwest sepanên li pêşiya rojnamegeriyê wek astengî disekinin bên bidawîkirin û ev daxwaz rêz kirin:
*Divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
*Divê sepanên ku xebatên rojnamegeriyê weke ‘sûc’ bi nav dike divê demildest bi dawî bibin.
*Qanûnên ku li pêşiya azadiya raman û xebatên rojnamegeriyê ne, divê bên rakirin.
*Ji bo rojnamegeran divê ewlehiya xebatan pêk were û sepanên li pêşiya mafê sendikabûyinê ne bên rakirin.”
Piştî daxuyaniyê nav û nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin û daxwaza azadiya wan kirin.













