Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnerê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ziyad El Ayiş re civiya û li ser bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê nîqaş kirin.
Li gorî rûpela facbookê ya Walîtiya Hesekê, Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed bi amadebûna kesên pêwendîdar re hevdîtinek dirêj bi nûnerê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yê ji bo pêkanîna Peymana 29ê Çileyê Ziyad El Ayiş re li dar xist.
Di civînê de dosyaya dîlgirtiyan, Qesra Edlê, vegera koçberan, dozên din ên eleqedar hatin nîqaşkirin.
Di civînê de li ser aktîfkirina Qesra Edlê li gorî mekanîzmayeke taybetî di çend rojên pêş de û xebata li ser berdana zêdetirî 300 dîlgirtiyan di pêşerojeke nêzîk de li hev kirin.
Civîn bi teqezkirina li ser temamkirina bicihanîna gavên proseya entegrasyonê bi dawî bû.













