Navenda Nûçeyan – Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û nîqaşên li ser destûra nû de axivî û got: “Tu pergalên yek-rengî nabin çareserî. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk û bi istiqrar, divê hebûna jinan û mafên wê di destûra nû de bi awayekî fermî werin garantîkirin. YPJ ne tenê hêzeke çekdar e, çanda xweparastinê ya civakê ye.”
Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de di 29ê Çileyê de li ser bingeha entegrasyonê peymanek hate îmzekirin. Di çerçoveya peymanê de heta niha her çiqas hin gav hatibin avêtin jî lê di gelek mijaran de hê jî nîqaş berdewam dikin. Hikûmeta Demkî ya Şamê li gor peymanê tevnagere û hewl dide di hin xalan de naveroka peymanê nexe meriyetê. Yak ji van xalan jî statuya YPJê ye. Di çarçoveya vê peymanê de bi wezareta parastinê ya hikûmeta demkî re nîqaşên li ser pêşeroja hêzên leşkerî dewam dikin. Hikûmeta demkî bi hinceta ku “di nava artêşê de jin nîn in” naxwaze YPJ wekî hêzeke serbixwe a leşkerî di nava pergala nû de cih bigire. YPJ vê nêzîkatiyê red dike û diyar dike ku dema peyman hate îmzekirin, jin wekî beşeke esasî ya HSDê hatine qebûlkirin.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û nîqaşên li ser destûra nû de ji Ajansa Welat re nirxandinên girîng kir.
‘Em di xizmeta parastina civak û jinan de ne’
Fermandara Giştî ya YPJ Rohilat Efrînê da zanîn ku piştî hilweşîna Rejîma Esad û hatina Hikûmeta Demkî ya Şamê gelek nîqaş û guhertinên cur bi cur di nav Sûriyeyê de pêk hatin û got: “Yanî di aliyê siyasî, leşkerî, civakî, bi giştî di hemû aliyan de mirov dikare bêje bi pevajoya entegrasyonê re gelek nîqaşên kûr tên meşandin. Helbet mirov nikare bêje Sûriyeyeke bi temamî bi ewle, bi istiqrar avabûye. Heger di vê pevajoyê de hemû pêkhate, hemû reng, hemû civak û jin neyên dîtin, istiqrareke temamî ya ku di Sûriyeyê de tê xwestin dê çênebe. Ji ber wê, sedsala 21an sedsaleke gelek nîqaşan re vekirî ye. Gelek guhertin, veguhertin, geşedan di vê sedsalê de yên ku hatine nîqaşkirin û bên nîqaşkirin hene. Helbet, yanî em wekî jin, wekî YPJ di Şoreşa Rojava de bi pêşengtiya ku hat xwestin ku ev civak, ev jin bên parastin, erkê ku kete ser milê me, me kir û em hîn jî ji bo ku vê erka xwe bi rengekî baş pêk bînin di xizmeta parastina civak û jinan de, em hîn jî xwedî vê berpirsyariyê ne ku bi rastî li ser vê bingehê bimeşin.”
‘Ji bo ku pergal bê rûnişkandin divê hemû rengên di Sûriyeyê de bên dîtin’
Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna YPJê û diyar kir ku YPJ wekî modeleke parastinê bûye mînak û wiha pê de çû: “Weke jin, weke YPJ, helbet bi giştî di Sûriyeyê de û di Rojava de modeleke parastinê çêbû li hember êrîşên derve û hundir. Bi salan e ev têkoşîn dewam dike. Bi guhertina yan jî bi hilweşandina Rejîma Baas re, helbet di Sûriyeyê de gelek guhertinên ku çêbûn hene. Destûreke nû niha tê nîqaşkirin, Heman demê hemû sazî û dezgehên ku di Sûriyeyê de hene ji nû ve tên nîqaşkirin. Ji ber ku em jî Sûriyeyî ne, wekî Kurd, wekî jin; bandora van guhertin û veguhertinên ku çêbûn li ser me jî yekser bandor dike. Ji ber wê, di vê pevajoyê de gelek nîqaş tên kirin, û ez bawer im hîn ev nîqaş wê dewam bikin. Ji ber ku hê istiqrar pêk nehatiye. Di Sûriyeyê de wekî tê xwestin hîn pergal tam nehatiye rûnişkandin. Ji bo ku ev pergal bê rûnişkandin, pêwîstî heye ku hemû rengên di Sûriyê de jiyan dike bê dîtin û bi rengêkî azad divê ev tev lî Sûriyeya nû bibin.”

Divê di Sûriyeyê de rola jinan esas bê girtin
Rohilat Efrîn qala nîqaşên li ser destûra bingehîn jî kir û ev yek anî ziman: “Divê di destûrê de mafê jinan, bê dîtin. Heger bi rastî di Sûriyeyê de parastin yan jî garantîkirina parastina mafê jinan çêbibe, wê di civaka Sûriyeyê de jî, di civaka Kurd de jî, di civaka Rojava de jî bi rehetî gelek çareserî jî pêş bikevin. Lê em bi vê bawer in, yanî şerê me, têkoşîna me, heta em bêjin hemû hewildanên me ev e ku mafê tewahî jinan, parastina mafê jinan di destûra Sûriyeya nû de cih bigire. Jinandîtî ve bêdîtin tê maneya ku pergaleke bi yek rengî careke din xwe ferz dike. Ev pergala bi yek rengî xwe ferz dike, çareseriyê nayne ji civakê re, ji jinan re, wê tam tersî xitimandinê bîne. Heger bi rastî çareseriya Sûriyeyê dê çêbibe, pêdivî heye ku di Sûriyeyê de rola jinan bê esas girtin.”
‘Pêwîst e garantîkirina mafê jinan di destûrê de hebe’
Rohilat Efrîn Peymana 29ê Çile bi bîr xist û da zanîn ku ev peyman bi HSDê re hat îmzekirin û axaftina xwe bi vî rengî domand: “Tifaqa 29ê mehê tifaqeke giştî bû. Yanî ev peyman tenê ji bo kesek, beşek yan jî di HSDê de tenê ji bo zilaman nehatibû çêkirin. HSD bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi hemû beşên xwe ve di nava vê tifaqê de cih girt, em jî beşekî vê tifaqê bûn. Yanî dema hate gotin, yan jî tifaq hate kirin, li wir nehate gotin jin derveyî vê tifaqê ne. Ji ber wê jî helbet me ev niha bi hikûmetê re jî, bi wezareta parastinê re jî nîqaş kirine. Niha ji aliye Hikûmeta Demkî ve tê gotin ku di artêşê de ji ber ku jin nîn in, nabê jin cihê xwe bigirin. Lê em jî vê dibêjin yanî, tifaqek çêbû, ev tifaq tenê li ser cinsek, zayendek yan jî kesekî nehat kirin. Weke jin jî, wekeYPJ jî helbet ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê; yanî di Rojava de, di Sûriyê de pêwîst e garantîkirina mafê jinan di destûrê de hebe, em ê têkoşîna vê bidin. Ev neyê kirin, hêza jî wê nîvco bimîne, wê tam temam nebe.”
‘Nabe ku di nava artêşê de jin nebin’
Rohilat Efrin diyar kir ku yek ji astengiyan ew e ku di artêşê de jin nîn e û wiha got: “Nabe ku di nava artêşê de jin nebe. Em jî astengiyeke wisa mezin nabînin ku jin di artêşê de cihê xwe negire. Em weke YPJ di herêma xwe de anku di Rojava de divê hebûna xwe biparêzin. Dibe ku hinek hesasiyetên hikûmeta Sûriyeyê hebin, em wan hesasiyetan jî didin berçav lê weke YPJ bi rengê hêza xwe, bi rengê girseya dikare di herêma xwe de xwe biparêze.”
‘YPJ tenê hêzeke çekdar nîn e’
Di berdewamiyê de Rohilat Efrîn destnîşan kir ku Şoreşa Rojava 15 sal temenê xwe heye û wiha axivî: “YPJ ne li tewahî Sûriyê bû bi fîzîkî ne li tewahî cîhanê bû, ne li tewahî Rojhilata Navîn bû; lê rol û erkê YPJ ya ku daye ser milê xwe ji bo parastina civak û jinan, ev hişmendi, ev zîhniyet li tewahî cîhanê belav bû. Li Rojhilata Navîn bi rengekî yekser bandora xwe ava kir û di Sûriyê de jî li ser tewahî jinan bandora xwe ava kir. YPJ hêzeke tenê bi çek nîn e. YPJ di esasê xwe de yek hêza xwe yî rêxistinkirina xebatê, yek jî hêza parastinê ji xwe weke felsefeya jiyanê dît û ev kir esasê armanca xwe ku jin li kî derê be bila bibe divê xwe biparêze.”
‘Civak YPJê weke parçeyekî civakbûnê dibîne’
Rohilat Efrîn da zanîn ku nîqaşên li ser statuya YPJê berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand: “Em nîqaşan dikin ku YPJ di herêma xwe de dikare wekî lîwayekî taybet an jî dikare bibe beşekî lîwayê heyî jî. Tabî ev guftûgoyê me, dan û standinên me dewam dikin, bi dawî nebûne. Yek ji daxwazên hikûmeta demkî ew e ku YPJ di asayîşê de anku di hêza ewlehiya hundirîn de dikare cihê xwe bigire. Helbet jin di vê beşê de jî hejmarekî têra xwe heye ku tê de cih bigire. Em ne li dijî wê ne. Lê YPJ weke artêş an jî wekî hebûna parastinê di civaka me de rawabûna wê di astekî jor de hatiye qebûlkirin. Civak hêza YPJê parçeyekî civakbûnê ya parastinê dibîne.”
‘Bi hêza YPJê re hemû jin ketin ferqa zanista xwe’
Rohilat Efrîn bi lêv kir ku yek ji têkoşîna YPJê ya herî mezin ew e ku li beramber pergala desthilatdar û li beramber tundiya ku li ser jinan tê meşandin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet bi hêza YPJê re hemû jin ketin ferqa zanista xwe. Li ku derê be bila bibe pêwîstiya jinan bi xwe ava kirinê, bi xwe parastinê heye. Yanî ev xwandekarek jî be, dayikek jî be, di malekê de, di gundekî de be, di herêmekî de an jî li bajarê xwe be ferq nake. Heta ku bêîstîqrarî hebe, heta ku êrîş li ser bedena jinan, li ser hişmendiya jinan hebe, ne mumkin e jin bibêje ez ye parastî me. Yek ji pîvanên parastinê yê herî esas ew e ku divê ew zîhniyet bê qezenckirin. Heke zîhniyet çênebe çek bê bikaranîn çi ye, neyê bi kar anîn çi ye?”
‘YPJ mîrasek e ku hemû jinan jê bawer kiriye’
Rohilat Efrîn bi bîr xist ku hebûna YPJê bê qebûlkirin ev nayê wê wateyê ku dê bibe sedema şer û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Lê belê berovajî wê, qebûlkirina statuya YPJ wê aramî û îstîqrar çêbike. Wê rengbûnê çêbike, wê jinan bi hêz tevlî vê pergalê bike. Yek ji armanca me ya herî esas ewe ku em destkeftiyên bi rengê jinan hatine ava kirin bi parêzin. Ev mîrasekî ku hemû jinan jê bawer kiriye. Mafekî zêde nayê xwestin ya esas xwedî derketina mîrasê 15 salaye. Li ser vê bingehê yanî yek ji armanc yek ji hedefê me yî esas ev e. Ev 10 roj zêdetir e ku Kongra Star hemleya ‘em hemî YPJ ne xwedî li YPJ derkevin’ da destpêkirin. Ev tê wateya ku ev civak YPJê beşekî xwe dibîne.”
‘Hedefa herî mezin ew e ku di Sûriyê de divê mafê jinan bê garantîkirin’
Rohilat Efrîn anî ziman ku gelek xebat di çarçoveya entegrasyonê de tên nîqaşkirin û di dawiyê de ev yek got: “Entegrasyon tê wateya ku em ê çawa bi hev re bîjîn. Kurdek bi mafê xwe, pêkhateyê din bi mafê xwe, her kes bi mafê xwe gerek hebûna xwe, temsîla xwe di Sûriya nû de bibîne. Yanî kesek naye cihê yekî din nagire, em ê bi hev re çawa bîjîn, li ser wê esasî têkoşînek tê kirin, dayîn û standin tên kirin. Yanî ji bo wê di vê çarçoveyê de helbet ji bo me jî yek ji hedefê herî mezin ew e ku di Sûriyê de divê mafê jinan bê garantîkirin. Şoreşa Rojava ku di esasê xwe de şoreşa jinan tê gotin ne çîrokek e ku em her roj ji hevdu re dibêjin. Bi rastî jinan di vê pergalê de rengê xwe diyar kirin, di hemû saziyan de hebûna xwe diyar kirin, ev civak qebûl kir û meşiya. Li ser vê bingehê em bi vê bawer in ku ji bo parastina pêşeroja Sûriya nû divê ev tişt hemû bên pejirandin.”












