Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzametîn Kabaîş ji bo Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne çû Enqereyê.
Rojîn Kabaîş a 21 salî dema di Zaningeha Yuzunciyilê ya Wanê de dixwend di 27ê Îlona 2024an de winda bû û cenazê wê di 15ê Cotmeha 2024an de li herêma Mollaqasimê a girêdayî navçeya Tûşbayê ya Wanê hatibû dîtin. Ji wê rojê ve ji bo kujerên Rojîn Kabaîşê werin eşkerekirin û darizandin bavê Rojîn Kabaîşê Nîzametîn Kabaîş di nava têkoşînekê de ye. Nîzametîn Kabaîş bi armanca Wezirê Dadê Akin Gurlek hevdîtinê pêk bîne çû Enqereyê.
Hin parêzerên Baroya Amed û Wanê jî bi Nîzametîn Kabaîş re çûn Enqereyê.













