Wan- Parêzera dosya Rojîn Kabaîş, Medîne Turantaylak geşedanên dawî yên dosyayê lêkolîn kir û da zanîn ku bi armanca xebata tengkirina bazê ekîba ji aliyê wezaretê ve hatiye avakirin, hatiye Wanê û bi dozger re hevdîtin kiriye, rapora ekîbê tê payîn û dîmenên kamerayan jî hatine başkirin û xistine dosyayê.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27ê Îlona 2024an de li kampusê winda bû û cenazeya wê di 15ê Cotmeha 2024an de hat dîtin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. Yek ji parêzerên dosyaya Rojîn Kabaîş Medîne Turantaylak derbarê mijarê de ji Ajansa Jinnewsê re axivî.
Medîne Turantaylak da zanîn ku di 12yê Hezîranê de bi dozgerê dosyayê re hevdîtin kirine û di vê astê de DNAyê 410 kesî hatine girtin û wiha got: “Di DNAyê hatine girtin de DNAyek lê bê nehatiye dîtin. Telefona Rojîn berê şandibûn Spanyayê. Li wir beşek telefonê hat vekirin. Daneyên me dixwestin me nikaribû xwe bigihînin. Me xwest telefonê bişînin Çînê. Dozgerî bi Çînê re di danûstendinê de ye. Lê hîn vegerek erênî tuneye. Ji bo başkirina qeydên kamerayê daxwazek me heye. Me xwest başkirin bê kirin û rapor bê amadekirin. Dozgeriyê ji sê saziyan ev xwest. TUBÎTAK ji ber nebûna teknîkî got nikare başiyekê bike. TRTê got başkirinek kirine dîmen şandine dozgeriyê. Li ser vê wê raporek nû hebe.”
Ekîba tengkirina bazê
Medîne Turantaylak destnîşan kir ku ji bo îstasyona bazê ewil malbat û parêzeran bi wezeta dadê re hevdîtin kirine û wezaratê gotiye wê tengkirina bazê bê kirin û ev tişt vegot : “Ekîba di bin banê Wezareta DAdê de hatiye avakirin hat Wanê û bi dozgeriyê re hevdîtin kir. Yên di vê ekîbê de cih girtin ên di cînayetên Narîn Guran û Gulîstan Doku de xebitîne. Niha ji bo raporên xwe pêşkêş bikin li benda bersivê ne.”
‘Dosya bi mehan veşartî hat hiştin’
Medîne Turantaylak bi lêv kir ku wek navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji roja ku Rojîn winda bûye bi dosyayê re eleqeder bûne û wiha bidawî kir: “Dosya bi mehan ji me hat veşartin. Di dosyayê de çi delîl hebûn me nizanibû. Me daxwazên xwe anîn ziman. Li vî welatî qetilkirina jinan hêsan e. Ev êdî qirkirina jinan e. Li Wanê di nav hefteyekê de 5 jinan jiyana xwe ji dest da. Beşek ji van mirinên bi guman e. Ji ber gumanbar nayên cezakirin sûc jî zêde dibin. Li hember destkeftiyên jinan êrîşên sîstematîk hene.”













