Partî û saziyên siyasî ji bo salvegera 54emîn darve kirina Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan li Stenbolê meşeke girseyî li dar xistin.
Damezrînerên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan bi hinceta “hewldana guhertina pergala destûrî” di 6ê Gulana 1972an de hatin darvekirin. Di ser darvekirina her sê şoreşgeran de 54 sal derbas bû. Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan li Stenbolê ji aliyê partî û saziyan ve hatin bîranîn. Girse li Qada Taksîmê kom bû û heta Qada Dolmabahçeyê meşiya.
Hevserokên DEM Partiyê ya Stenbolê, serokên partiyên çepgir û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Girse piştî hat Qada Dolmabahçeyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê Li dijî NATO û emperyalîzmê yekitî Onûr Înce ve hate xwendin.
Onûr Înce diyar kir ku di dawiyê de têkoşîna gel emperyalîstan rawestîne û got: “Bi destê NATOyê li Rojhilata Navîn şer tê geşkirin. Dewleta Tirkiyeyê jî endama NATOyê ye û destê wan jî wan di êrîşan de heye. Têkoşîna li dijî NATOyê têkoşîna li dijî emperyalîzmê ye. Em hevrêyên Denîzan in. Em kujerê gel NATOyê naxwazin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.














