* Mamosteya ANKA-DERê Emîne Oguz diyar kir ku ew ê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qadan bi bernameyên cuda cuda pîroz bikin û bang li gel kir ku tev li bernameyan bibin û bi hev re daxwaza statuya zimanê Kurdî bigihînin cihên berpirsyar.
* Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku dîmenê derbarê ÎŞKURê yên li navçeya Şemzînanê hatine parvekirin rast in û li ÎŞKURê bêedaletî û nehiqûqî heye. Baroyê li dijî neheqiya ÎŞKURê gilî kiribû û delîl radestî dozgeriyê kiribûn.
* Neviyê dengbêjê navdar Salihê Qubînî, dengbêj Yûsûf Aydin diyar ku di salên dawî de gelek hunermendên Kurd jî bi pêşketina teknolojiyê re ji kevneşopiya xwe ya çandî û hunerî dûr ketine û wiha got: “Ger ku em ruhê dengbêjiyê biparêzin û şêwazên nû biceribînin, em ê xetereyan jî kêm bikin û hunera xwe jî zêdetir dewlemend bikin.”
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê “Ferhengeke Kirmanckî” ya ku bi keda komîsyoneke berfireh hate amadekirin weşand. Ferheng armanc dike ku di perwerde û standartkirina zaravayê Kirmanckî de bibe çavkaniyeke bingehîn.
* 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê, YEW-KURD û Şaxa Egîtîm Sena Erxeniyê vê tê lidarxistin dê di roja duyemîn de bidome. (12:00)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê dê di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana CHP, Partiya Gelecekê û AKPê bike. (12:00-15:30)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê dê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê bide û li ber wezaretê daxuyaniyê bide. (16:30)








