Amed – Seroka KASEDê Salîha Ayata ku derbarê xebatên komeleya xwe de ji ajansa me re axivî, da zanîn ku her sal nêzî hezar kesan jin û zarok serî li komeleya wan didin û got: “Em hewl didin piştigiriyê bidin hemû berhemên jinan. Ji ber ku du mesele ji bo me girîng in yek jin dikarin çawa xwe bigihînin xebatên çandî ya duyemîn jî xebata li ser tundiya çandê ye.”
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku bi şiyara “Huner ji bo her kesî ye” derket rê, di sala 2019an de ji aliyê komek hunermendên jin ve li Amedê hate avakirin. Komeleya ku bi armanca pêşxistina çand û hunerê, bi armanca parastina zimanê dayikê hat vekirin û li navçeya Rezanê xebatên xwe dimeşand, cihê avahiya xwe guhert û niha li Sûrê xebatan dimeşîne.
Seroka KASEDê Salîha Ayata derbarê armanca damezrandina komeleya xwe û xebatên wê de ji ajansa me re axivî.
Salîha Ayatayê da zanîn ku bi heft jinên ku serê xwe bi çand û hunerê re diêşandin û di heman demê de ji xwe re qadeke hunerê nedidîtin re KASED avakirin û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Me dizanî ku tenê em nînin gelek jinên wisa hene. Ji ber vê yekê me got gelo em ji bo jinan qadekê ava bikin dê çawa be. Beriya wê jî bi rastî hin fikrên me li ser vê meseleyê hebûn. Gelek ji me di şaredariyan de dixebitîn. Dema piştî di sala 2016’an de pêvajoya qeyûman dest pê kir. Gelek ji me dev ji kar berdan û weke refleks jî gelek ji hunermendên jin nexwestin bi qeyûm re bixebitin. Em jî ji wan jinan bûn. Pişt re di sala 2017-18’an de ev amadekarî weke fikr hebû lê ya rastî di sala 2019’an de em gihiştin encamekî ku ji xwe re cihekê ava bikin. Ji bo meseleya cih û qadeke ku tu weke jin xwe rehet îfade bikî pir girîng bû.
Xem û derde jinan îspatkirina hebûna xwe bû
Ne ku em jinan di mekanekê de zevt bikin, ji bo me qadeke azad lazim bû. Qadeke ku jinên hunermend bikarin xwe lê îfade bikin hewce bû. Ji bo vê tu wêjeya kurdan, wêjeya cîhanê jî dinêrî, gelek xem û derdên jinên kurd û cîhanê çêbûne ji bo hebûna xwe, xwe di qadeke hunerî, çandî û wêjeyî de îfade bikin gelek serê xwe bi vê meseleyê ve êşandine. Ji Furûg Fehrûzad, Celale Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî, Virginia Wolf, Sirpuhî Dusap heta jinên ermen ên di pêvajoya osmaniyan de jiyane. Xem û derdû van jinan hemûyan di qada çand û huner û wêjeyê de hebûn bû. Îspatkirina hebûna xwe bû.”
‘Jinan gelek berdelên giranbûha dane’
Salîha Ayata, diyar kir ku ji ber li cîhanê jî heta 1900î ji wêje, çand, huner heta sînema, şanoyê bigire di hemûyan de ji bo jinan deriyekî pir hişk hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan gelek caran ev derî hejandiye, hewldane binivîsin, bireqisin, bilîzin bistrên lê gelek zor û zehmetiyên mezin dîtine, gelek berdelên giranbûha jî dane. Me jî got çima em di sedsala 21’emîn de van teoriyên ku jin ji bo xwe qadeke xwe îfade bike ava nekin. Ji ber van hemû meseleyan me di sala 2019an de weke saziya çand û huner û wêjeyê KASED ava kir. Me wêje weke disîplîneke cuda girt dest. Di wêjeya kurdî de hêj di asta tê xwestin de em bêjin kontaxeke jinan çênebûye. Di wêjeya kurdî de serdestiyeke mêrane ya patriyarkal a pir hişk heye. Ji bo wê jî me wêje weke beşeke cuda nivîsand me xwest weke beşeke cuda li ser wêjeyê bisekinin.”
Qurs bi awayekî aktîf berdewam dikin
Salîha Ayata, da zanîn ku nêzî çar salan li navçeya Rezanê man û wiha qala xebatên xwe kir: “Li wir temasên me bi gel re çêbûn. Lê weke pêdivî me dît ku em berê xwe bidin Sûrê. Ji ber vê yekê jî ev şeş heft meh e em hatine Sûrê. Piştî ku em hatin jî me demildest dest bi qursên xwe kir. Ji xwe demeke dirêj e ev qursên me hebûn. Mînak qursên muzîkê, erbanê, piyanoyê, keman dîsa di beşa govend, ziman û wêjeya kurdî û wêneyê de qursên me bi awayekî aktif berdewam dikin. Mamosteyên me yên dildar hene. Tên dawiya hefteyê nava hefteyê dersên xwe didin.
Her wiha ji rêveberiya me hevalên me hene tên dersên xwe didin. Dîsa gelek nas û dostên me yên derve ku li ser hunera kurdî difikirin hene em bi wan re kargehên hevpar li ser zayendiya civakî, wekhevî,di qada çand û hunerê de jin û mêr çawa dikarin bi hev re hin xebatan bikin an jî em çawa dikarin deriyên jinan ên hunerî vekin ku jin bi rihetî çawa dikarin xwe bigihînin xebatên çandî. Hinekê li ser van meseleyan em kargehan û dersan çêdikin. Ya rastî eleqeyeke zêde jî heye em keyfxweş in. Li ser zarokan jî xebatên me hene, bi awayekî aktîf berdewam dikin, jinên Sûrê jî tên, di heman demê de şagirtên Zanîngeha Dîcleyê jî tên û keseke ji Dîclekentê jî pir rihetî dikare bê vir. Kesên karmend jî tên dersan digirin. Ji bo vê di dawiya hefteyê û nava hefteyê sê rojan li vir dersên me bi awayekî xurt berdewam dikin.”
Ji bo dayikan jî atolye hene
Salîha Ayata, da zanîn ku her sal nêzî hezar kesan jin û zarok serî li komeleya wan didin û wiha bi lêv kir: “Qursên me bi awayekî du mehî sê mehî an jî şeş mehî berdewam dikin. Dersa tembûrê li vir pir aktîf e. Dersên tembûrê sê mehên din derbasî modeleke duyemîn dibe. Heke kesên dixwazin berdewam bikin derbasî modeleke sêyem dibe. Hin kes jî hene tên heta astekê dibînin û êdî berdewam nakin. Li gorî daxwaz û pêdiviyên şagirtan ev qurs berdewam dikin. Her wiha xebatên dayikan hene li vir. Ji bo ku dayik rehettir werin û herin, erê qada hunerê temenekî ciwan û navsere dixwaze lê me got em ji bo dayikan çi bikin? Me ji bo dayikan atolyeya amîgurumî da destpêkirin. Di vê atolyeyê de dayik tên bi benikan bi tixan pêlîstokan çêdikin. Dîsa atolyeyên punch me ji bo dayikan dan destpêkirin. Çend mamoste tên bi dayikan re atolyeyan çêdikin.”
Sê nifş diçin qursan
Salîha Ayata daxuyand ku serlêdanên qursên wan hêj berdewam dikin û anî ziman ku weke zarok ciwan û dayik sê nifş tên qursên wan û diçin.” Salîha Ayata, diyar kir ku ji bilî kargehên zarokan, ciwanan û dayikan projeyan jî çêdikin û ev tişt gotin: “Me gelek aktîvîteyên hunerî jî li vî bajarî çêkirin. Me projeyek ji Londonê girt me li vir hefteyekê festîvala jinan li dar xist. Li Dêra Sûrp Gîragosê dest pê kir, jineke muzîkjen a kurd û jineke ermen ên hunermend bi hev re li dêrê stranên xwe gotin. Pişt re me atolyeyên zarokan çêkirin atolyeyên çîrokbêjiyê çêkirin. Me li ser hunera kurdî panelên online çêkirin. Li ser koçberiyê ,kurdên ku diçin derveyî welat çawa dikarin biafirînin me li ser van mijaran panelên online çêkirin. Di dawiyê de jî li Qonaxa Cemîlpaşa me konserek li dar xist. Endamên me yên Jinmayê hene. Koma Jinmayê li Cemîlpaşayê konserek lidarxist.
Nêzî saleke cil û bergên kurdî didin nasîn
Tişta herî cudatir jî me danasîna cil û bergên kurdan kir. Me meseleya cil û bergan jî weke derdek daye pêşiya xwe. Beriya du salan mudaxileyeke pir mezin li Newroza Amedê hate kirin. Hema bêje nîviyê beşdaran vegeriyan malên xwe cilên xwe guhertin an jî aciz bûn li derve man neketin hundir. Mudaxileyek li cil û bergên jin û mêran çêbû. Pişt re me ji xwe re kir derdek ku em dikarin çawa van cilan zêdetir têxin rojevê û bidin naskirin. Ne fikreke kapîtalîst a defile an firotin ji ber em komele ne û meseleyeke me ya aborî tune ye lê me hewl da û ji xwe re sponsor dîtin niha nêzî salek e cil û bergên kurdan ên jin û mêran ên herêmên Bakur didin naskirin. Me dawiya festîvala jinan li Qonaxa Cemîlpaşa ev cil dan nasîn. Di heman demê de me salvegera xwe pîroz kir.”
Nêzî 600 podcast kişandin
Salîha Ayata da zanîn ku pişt re du heb projeyên Sîvîl Duşunê jî girtin û ev agahî dan: “Projeyeke girîng bû. Proje ji tiştên ku jin an jî mêr rojane diavêjin pêk dihat. Deh jin hatin beşdarî vê kargehê bûn. Dibe ku plastîkek, hesinek an şûşeyek be, tiştên ku hefteyekê kî çi diavêje kom kirin û anîn û ji van tiştan xebatên hunerî derket. Pişt re me pêşengehek vekir. Navê projeya me ‘ji vî alî jî li meseleyê binêrin’ bû. Projeya me ya duyemîn a bi sivîl duşunê re jî li ser nêrîneke femînîst a li ser romanên kurdî bû. Min rast e rast ev proje bi rê ve bir. Me deh romanên kurdî hilbijartin. Bi taybet heşt roman xwendin. Roman çiye, tahlîla romanan çawa tê kirin sê dersên teorîk dan. Atolyeyeke têkel bû jin û mêr bi hev re hatin. Me ev roman xwendin li wir karakterên mêr çawa tên hunandin, tîpolojiya jinan çawa tê hunandin. Jin di roman an berhemên kurdî de çima weke fesat, berdelî, hewî dimîne nabe leheng nabe şoreşger. Me li ser van meseleyan serê xwe êşand û atolyeya me sê mehan berdewam kir piştî sê mehan me pirtûkçeyek çap kir. An ku me analîza heşt romanan kir, roman çiye derdê me çiye. Em atolyeyên femînîst an jî jinan li ser wêjeya kurdî li dar dixin.
Di heman demê de jî me nêzî 600 podcast kişandin. Ji meseleya romanan, destpêka romanan bigire heta di kîjan wêşanxaneya Bakur de ewilî ev roman hatine çapkirin, heta meseleya kolonyalîzmê çawa dikare li ser hunerê biqede. Çawa hunermend dikarin di kolonyalîzmê de hunerê pêk bînin. Girêdayî van projeyên ku xebatên me xurt bikin hene. Sîteya me heye di beşekê wê de KASED weşan vekirin em nivîs û podcastên xwe li wir diweşînin. Ji Mêrsîn, Stenbolê bigire heta Wanê li gelek deveran salê herî kêm konserek du konserên jinan li dar dixin. Em hewl didin piştgiriyê bidin kurtefilmek an jî şanoyeke jinekê.”
KASED pir alî dixebite
Salîha Ayata, da zanîn ku cara ewil wan li Bakur bi Şanoya Bajêr a Amedê re festîvaleke jinan a şanoyê li dar xistin û wiha berdewam kir: “Jinên Şanoya Bajêr a Amedê endamên me ne. Lîstika çalakiya malçêkirî amadekirin me piştgirî da wan. Em hewl didin piştigiriyê bidin hemû berhemên jinan. Ji ber ku du mesele ji bo me girîng in yek jin dikarin çawa xwe bigihînin xebatên çandî ya duyemîn jî xebata li ser tundiya çandê ye. Ji ber ku jinên kurd ji metropolên Tirkiyeyê bigire heta metropolên Kurdistanê ji aliyê çandê ve tundiyeke mezin dijîn. Dayikeke laçik spî li metropolên Tirkiyeyê bêdaraz nikare bimeşe, dîsa kiras û fîstanên jinan bigire rengên me bigire hêj weke jinên ‘nezan, cahil, gundî’ tên dîtin. Em hewl didin vê tundiyê bidin şikandin. Li ser vê tundiyê nivîsan dinivîsin, nîqaşan pêş dixin. Dikarim bejim KASED pir alî dixebite. Jinek û çand û huner be dibe meseleya KASEDê.”
Gelek benden hişk derdikevin pêşberî jinan
Salîha Ayata axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro mêrekî kurd mêrekî ingilîz mêrekî alman jî bibêje ez ê bi hunerê re eleqedar bibim malbat dibêje keremke tu dikarî çi bixwazî bikî bike. Bibêje ez ê bigerim, here tevahiya dinyayê bigere û were nabe pirsgirêk lê îro jineke kurd an ingilîz an jî efrîkî bi çand û hunerê re eleqedar bibe gelek bendên hişk derdikevin pêşberî wan. Ji ber vê yekê em dizanin meseleyeke pir hesan û pir rehet nîne ji bo jinekê ku berê xwe bide hunerê û bi hunerê re eleqedar bibe. Lê KASED heye. Dibe ku em negihijin herkesi ji ber ku em li bajarekî dijîn hin temasên me hene lê ne pêkane ku em xwe bigihînin herkesi.
Divê destpêkê ji ji xwe bawer bin
KASED heye derdê vê saziyê heye dixwaze xwe bigihîne van jinan û bi hev re biafirîne bi hev re bihilberîne. Lê meseleyeke girîng heye ku divê destpêkê ew jin ji xwe bawer bin. Wekî din mixabin bê berdel nikare di xebatên çand û hunerê de cih bigire. Piştî ku berê xwe dide û diafirîne ji hêla malbatê, civakê û derdorê ve jî tê qebûlkirin. Yanî pir rehet nîne lê li hemberî vê jî tevgera jinên kurd heye. Şerek dike, derdekî wê heye jiyaneke nû ava dike. Jin dikarin xwe bispêrin vê hêzê û dikarin li gelêk gelek tiştan bikin. Em jî weke KASED amade ne. Deriyê me ji hemû jinan re ji herkesê re vekiriye.”