Mihemed Elî Demhat Reşîd ê 5 salî beriya ku di koma 4emîn de vegere Efrînê duh di encama teqandina ketober a guleyan de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ANHAyê; Mihemed Elî Demhat Reşîd ê 5 salî duh li wargeha ciwanan a li bajarê Hesekê dema pêşwazîkirina dîlgirtiyan di encama teqandina ketober a guleyan de jiyana xwe ji dest da.
Malbata Mihemed Elî Demhat Reşîd ji navçeya Raco ya bajarê Efrînê ye. Hat zanîn ku malbata Elî Demhat jî di nav koma çaremîn de bû ku vegere Efrînê. Demhatê biçûk beriya vegere warê xwe Efrînê, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Qamişloyê jî duh dema pêşwazîkirina dîlgirtiyan, di encama teqandina guleyan de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûbûn.













