Hevserokê Şaxa DADê ya Enqereyê Mustafa Karabudak diyar kir ku projeya çêkirina jeotermalê ya li navçeya Gimgimê berdewama polîtikayên şer û koçberiyê ye û got: “Li dijî vê projeya ku pir rengiya herêmê ji holê radike em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya çalakiya welatiyên Gimgimê bikin.”
Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê derbarê çêkirina projeya jeotermalê ya li navçeya Gimgimê ya Mûşê li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên partî û saziyên demokratik jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Ji jeotermalê re na ji jiyanê re erê” û “Xwezaya me hebûna me ye û em ji qirkirinên xwezayê re bêjin na” dinivisî hatin vêkirin. Girsê bê navber dirûşmeyên, “Dest nedin ax, av, hewa û baweriya me” û “Bêdeng nemîne bang bike; Ji JESê re na” berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa DADê ya Enqereyê Mustafa Karabudak ve hat xwendin. Mustafa Karabudak bi lêv kir projeya jeotermalê ya ji aliyê Walitiya Mûşê ve hatiye erêkirin dê bandor li ser 16 gundên Gimgimê bike û wiha got: “Ew projê dê bandor li ser xwezaya me bike û herêma Gimgimê ku bi sewalkarî û çandiniyê welatî debara xwe dikin jî dê bandor bibe. Her wiha ev proje ne tenê bandorê li ser xwezayê dike di heman demê de bandorê li ser qadên me yên çandî û baweriyê jî dike. Li gorî baweriya me ya Rêya Heq a Elewitiyê xweza pîroz e û qibleya me ye. Armanca wan kesan ne heq e, dixwazin bi vê projeyê têkiliya mirov û xwezayê û guherandina demografiya herêmê ji holê rakin.”
‘Projeya jeotermalê di heman demê de dagirkirina çand û baweriyeyê’
Mustafa Karabudak bal kişand ser çalakiya nobedê ku li navçeya Gimgimê li dijî çêkirina projeya jeotermalê hatiye destpêkirin û ev yek anî ziman: “Projeyên jeotermalê, santralên hîdroelektrîkê û kanên madenê ne tenê dagirkirina axê ye, di heman demê de nirx, ruh, civak, çand û baweriya herêmê jî dagir dikin. Ev dagirkerî di heman demê de şerê li dijî xwezayê ye. Em di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de şerê li dijî xwezayê qebûl nakin. Em bang li hemû kesên piştgiriya wekhevî, aştî û hemwelatîbûna azad dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya li dijî projeya jeotermalê hatiye destpêkirin.”
‘Li dijî çêkirina jeotermalê piştgiriya çalakiyan bikin’
Mustafa Karabudak destnîşan kir ku projeya jeotermalê berdewamiya polîtikayên şer û koçberiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev proje bandorê li ser çavkaniyên avê û qadên jiyanê ya welatiyan dike. Gimgim ku ji aliyê çandî ve herêmeke dewlemend e bi salane pêkhateyên cuda bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Elewî, Sunî, Tirk, Kurd û Ermenî bi hev re di nav aramiyê de dijîn. Lê bi van projeyên jeotermal û kanên madenê tê xwestin ku pirrengiya herêmê jî ji holê rakin. Weke DAD û hemû saziyên demokratîk em li dijî vê projeya jeotermalê piştgiriya çalakiya welatiyên Gimgimê dikin û bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya vê çalakiyê bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

















