MED-DER û Şaredariya Licê ya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gundê Zengê yê Licê bernameya zarokan li dar xist. Zarokan eleqeyeke pir mezin nîşanî bernameyê da.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Şaredariya Licê ya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gundê Zengê yê navçeya Licê ya Amedê bernameya zarokan li dar xist. Mamosteyên MED-DERê û gelek zarok tevlî bernameyê bûn.
Ewilî mamosteyê MED-DERê Dîlan Şeveşoglu li ser girîngiya zimanê Kurdî axaftinek kir û bal kişand li ser statu û perwerdeya zimanê dayikê û diyar kir ku divê hemû malbat zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin.
Piştî axaftinê, ji bo fêrbûna zarokan tîpên alfabeya Kurdî hat nişandan û zarokan yek dengî tîpên hatin nîşandin berz kirin.
Zarok piştî fêrkirina tîpan, bi pêşengiya mamosteyan lîstika peyvan lîst û peyker lîst. Herî dawî jî zarok û mamoste li ber stranan govend gerandin.
Bernameya ku zarokan eleqeyeke mezin nîşanî da, bi coşeke mezin bi dawî bû.














