Stenbol – 15ê Gulanê di sala 2006an de wekî “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Îro li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Kovar, rojname gelek kêm tên çapkirin, tenê 2 qanal bi zimanê Kurdî weşanê dikin.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî de Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî hat derxistin. Di 2006an de Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) 15ê Gulanê wekî “Roja Cejna Zimanê Kurdî” ragihand. Gelê Kurd jî ji sala 2006an ve her sal 15ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî bi bername û çalakiyên cur bi cur pîroz dike. Îro li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Li her qadê zimanê Kurdî tê tunehesibandin. Dewleta Tirkiyeyê bi taybetî cih nade zimanê Kurdî. Kovar û rojnamayên Kurdî kêm in, li dibistanan de mamosteyên Kurdî kêm in, xwendekarên ku beşên Wejaya Zimanê Kurmancî û Wejaya Zimanê Kirmanckî mezûn dibin nayên erkdarkirin. Dewlet bi awayekî aşkere li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne.
Mezûnên beşa Weje û Zimanê Kurdî nayên tayînkirin
Li Zanîngeha Mûşê, Çewlîgê, Artûklûyê, Dîcleyê û Mûnzûrê beşa Weje û Zimanê Kurmancî heye û li Zanîngeha Çewlîg û Mûnzûrê beşa Weje û Zimanê Kirmanckî jî heye. Li Zanîngeha Çewligê 30 xwendekar, Mûnzûrê 35 xwendekar, Mûşê 30 xwendekar, Dîcleyê 25 xwendekar, Artûklûyê jî 35 xwendekar hene. Bi giştî her sala 150 xwendekar li van beşên Weje û Zimanê Kurmancî û Weje û Zimanê Kirmanckî mezûn dibin. Di 14 salên dawî de, di 5 zanigehên cuda de 847 kes mezûn bûn. Lê belê ji 847 kesên ku mezûnbûne tenê 210 kes wekî mamoste hatin tayinkirin. Ev jî ji sedî %24,8 dike.
Li Tirkiyeyê tenê 157 mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî hene
Li Tirkiyeyê bi giştî 59 hezar 362 xwendekar dersa Kurdî ya hilbijarte bijartiye. Îro li gorî daneyan çalak 157 mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî hene. Ji wan 118 mamoste dersên Kurmancî, 39 mamoste jî dersên Kirmanckî didin. Xwendekaran bi wekhev em belav bikin ji her mamosteyekî re 375 xwendekar dikevê. Li gorî pisporan herî kêm divê 400 mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî werin tayînkirin.
TRT Kurdî
Li gorî daneyên TUÎKê li Tirkiyeyê 536 qanalên televîzyonê heye. Ji van tenê 2 qanalên ku bi Kurdî weşanê dikin hene; yek TRT Kurdî ye, yek jî Zarok Tv ye. Zarok Tv di sala 2016an de ji aliye dewletê ve hatibû girtin lê piştî berteka gele Kurd dîsa hate vekirin. Li Tirkiyeyê bi fermî tenê 1 qenala Kurdî ya Televîzyonê heye. TRT Kurdî di sala 2015an de navê xwe guherand. Ji wê demê ve weşana Kurdî dike. Lê belê navê bajaran bi Kurdî nayên gotin, tenê kesên ku nêzî dewletê derdikevin qanalê, çand û hunera Kurdî bi awayekî rasteqîn nayê nîşandan.
Ji hezar û 300 kovaran tenê 10 wan Kurdî ne
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê bi qasî 2 hezar rojname û kovar tên çapkirin. Ji van nêzî 750 rojname, nêzî hezar û 300 jî kovar in. Li Tirkiyeyê tenê Rojnameya Azadiya Welat weşana Kurdî dike. Azadiya Welat hefteyê carekî tê çapkirin. Hejmara kovarên Kurdî jî nediyar e, lê li gorî îstatîskan li Tirkiyeyê ji hezar û 300 kovaran tenê nêzî 10 kovar bi Kurdî tên çapkirin.













