Li bajarê Bannu yê li bakurrojavayê Pakistanê, bi bombeyê êrişa xwekûjî hat pêkanîn. Di êrişê de 12 polîs mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ji polîsên li herêmê hatine girtin roja Şemiyê li taxa Fatîh Hel a li Bannuyê li hemberî nuqteyeke polîsan êriş hate kirin. Piştî ku êrişkarê xwekuj bi wesayita bombebarkirî li benda kontrolê xist, milîtanên çekdar avêtin ser qereqolê.
Ji raydaren polîsên Bannuyê Muhammed Sacîd Han diyar kir ku di êrişê de 12 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin, polîsek jî winda ye. Rayedarên ku ji Reutersê re axivîn anîn ziman ku di dema bûyerê de li herêmê nêzî 15 polîs hebûn.
Piştî êrişê hêzên ewlekariyê û tîmên tenduristiyê ber bi herêmê ve hatin veguhestin. Hate ragihandin ku milîtanan kemîn danîn pêşiya hêzên ewlekariyê. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyan li nexweşxaneyên dewletê yên li Bannuyê rewşa awarte hate ragihandin.
Çavkaniyên polîsan îdîa kirin ku di êrişê de drone jî hatine bikaranîn. Hate ragihandin ku rêxistina Harakat-ul-Mujahidin a ser bi El Qaîdeyê berpirsyariya êrişê li xwe girtiye.
Fikar zêde bûn ku êriş rageşiya navbera Pakistan û Efganistanê jinûve mezin bike. Rêveberiya Îslamabadê demeke dirêj e îdîa dike ku komên çekdar ên li Efganistanê êrişî xaka Pakistanê dikin. Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.












