Dayikên Aştiyê yên Geverê bi boneya Roja Dayikan serdana “Baxçeyê Serokatî” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, kirin.
Dayikên Aştiyê yên navçeya Gever a Colemêrgê bi boneya Roja Dayikan serdana “Baxçeyê Serokatî” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Şîşemzîn a Geverê hatiye çêkirin, kirin. Dayikan di serdanê de stran gotin û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dayikan li vir hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman û roja hemû dayikan pîroz kirin.
Serdan bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
















