Girtiyê edlî Şehmus Demîr ê di girtîgehê de bi enfeksiyonê ketiye ji ber xemsariya rêveberiya Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê edlî Şehmus Demîr (25) ku ji sedî 70 nexweşiya bîpolarê pê re bû di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 ya Amedê dihat ragirtin. Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatine girtin di laşê Şehmûs Demîr de pirzikek derketi pirzik teqiya û enfeksiyon pê ke. Hevalên Şehmûs Demîr ên di heman girtîgehê de dimînin bi ser vê yekê derbarê rewşa Şehmus Demîr ê giran dibe agahî didin malbatê.
Li gorî agahiyan Malbata ji rewşa Demîr agahdar bûye bi telefonê rêveberiya girtîgehê geriya û wiha got: “Me bihîstiye ku Şehmus Demîr pir nexweş bûye. Em ê niha agahî bidin dozger, dozger jî bigirin cem xwe û ambulansê jî bînin wir û em ê Şehmûs Demîr bibin li nexweşxaneyê.”
Bi telefona malbatê re radikin nexweşxaneyê
Hat destnîşankirin bi ser vê yekê rêveberiya girtîgehê enfeksiyona Şehmûs Demîr a ku gihiştiye ji sedî 300an û hatiye qonaxa dawî, rakir nexweşxaneyê. Şehmûs Demîr ê 2 rojan di servîsa awarte de hatiye dermankirin di 7ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Şehmsu Demîr di 7ê Gulanê de Goristana Taxa Firat a Bismilê hate veşartin.







