Di çarçoveya lêpirsînên derbarê şaredariyên CHPyî de Şaredarê Balçovayê Onûr Yîgît û Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînên derbarê şaredariyên Balçova û Seferîhîsar ên Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkriiyan de Şaredarê Balçovayê Onûr Yîgît, dayika wî Meryem Yîgît, endamê Meclîsa Şaredariya Guzelbahçeyê û parlamenterê berê yê CHPê yê Îzmîrê Dogûş Bayir jî hene.
Her wiha di çarçoveya lêpirsîna “gendeliyê” ya li ser Şaredariya Seferîhîsarê de ku 20ê Hezîranê hate destpêkirin de Şaredar Îsmaîl Yetîşkîn hate binçavkirin.













