• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

Daristan Pala / AW

12 GULAN 2026 - 11:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Colemêrg – Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet yên li ser Colemêrgê tên meşandin û diyar kir ku armanca van polîtîkayan domandina ‘konsepta Dêrsimê’ ye, bişaftin û şikandina vîna pêk anîn e.

Bajarê Colemêrgê li ser sînorê hatiye çêkirin yê Îran û Îraqê ye û di navbera Bakur, Rojhilat û Başûr de cih digire. Ji ber vê yekê erdnîgariya xwe her tim bûye cîhekî stratejîk û ji bo dewlet û hêzên herêmî cîhekî taybet digire. Dewleta Tirk jî li ser Colemêrgê her tim polîtîkayên taybet meşandiye û zexta li ser welatiyan û bêhiqûqiya di nava saziyan de gur kiriye. Piştî desthilata AKPê jî ev rewş neguheriye û tevî polîtîkayên şerê taybet, AKPê saziyên dewletê kiriye bin kontrola xwe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Gendelî herî zêde di aliyê aborî de derkevin pêş.

Herî dawî derket holê ku li ÎŞKURê gendelî û rizîbûnek cidî hatiye meşandin. Hat zanîn ku li wir xistina kar ne li gorî pêdivî û hewcehiyan lê li gorî têkilî û berjewendiyên çend kesan hatiye meşandin. Her wiha polîtîkayên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tên meşandin nîşan didin ku çareserî ne wek stratejiyeke dewletê lê wek taktîkekê tê dîtin.

Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak têkildarî polîtîkayên li ser Colemêrgê tên meşandin, gendeliyên li ÎŞKURê tên kirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.

‘AKPê hemû saziyên dewletê xistine bin fermana xwe’

Vezîr Parlak bal kişand ser bandor û giraniya AKPê ya li ser saziyên dewletê û wiha û got: “Dema em li rewşa Colemêrgê dinêrin, em dibînin ku ji sala 2013an ve desthilata AKPê hemû saziyên dewletê xistine bin fermana xwe û bêyî ku ji kesî bipirsin, biryaran didin. Mînak, bîst û sê sal in rêyên vî bajarî hatine girtin û rêyeke alternatîf nehatiye avakirin. Ji ber ku sed sal in bi çavê ‘ewlekariyê’ li bajarên me dinêrin, ne ji bo xizmetê. Dibêjin bila gelê Kurd serê xwe raneke û nebe hêzeke mezin. Tevî ku gelê me bi dîrokî her tim bi hêza xwe û bi tifaqa êl û eşîran xwe parastiye jî, îro dixwazin me bêxwedî nîşan bidin. Lê em dibêjin, Colemêrg ne bêxwedî ye, xwediyê vî bajarî em in. Ger em mil bidin hev û tifaqa xwe xurt bikin, em dikarin dewletê mecbûr bikin ku li şûna polîtîkayên ewlehiyê, xizmetê bike. Ji ber ku ew pereyên dewletê hemû ji bac û berîka vî gelî derdikevin.”

‘ÎŞKUR weke saziyeke propagandayê ya AKPê dixebite’

Di berdewamiya axaftina xwe de Vezîr Parlak anî ziman ku ÎŞKUR veguheriye saziyeke propagandaya AKPê û ev tişt lê zêde kir: “Mînakeke din a şerê taybet jî saziya ÎŞKURê ye. ÎŞKUR îro ne saziyeke dewletê, lê wekî saziyeke propagandaya AKPê dixebite. Kesên ku di nava xebatên siyasî yên AKPê de cih digirin, wekî xelat meaşê xwe ji wir digirin. Lê kesên hejar û xwedî rûmet yên ku nakevin bin xizmeta vê hişmendiyê, navê wan nayê nivîsandin. Bi vê rêyê tolê ji gelê Kurd hildidin. Armanc ew e ku civakê bi hev bixin, vîna gel tasfiye bikin û tevgera azadiyê lawaz bikin. Ev eynî konsepta Dersîmê ye ku îro Colemêrg û Şirnexê wekî laboratuarekê bi kar tînin.”

‘Armanca qeyim ne xizmet, lê darbe ye’

Vezîr Parlak, di berdewamiya axaftina xwe de behsa polîtîkayên qeyiman kir, diyar kir ku polîtîkaya qeyiman îradeya gel desteser kiriye û wiha pê de çû: “Polîtîkayên qeyiman jî mînaka desteserkirina îradeya gel e. Heşt sal in şaredarî di destê wan de ye, ew naxwazin gelê Kurd xwe bi rê ve bibe. Ger şaredarî di destê me de bûya, îro gelê Colemêrgê ava qirêj venedixwar. Îro mirovên me ji ber ava şêlî nexweş dikevin û diçin nexweşxaneyan. Di heşt salan de çima we pirsgirêka avê û rêyan çareser nekir? Çima we li dijî xwekuştinan xebatek nemeşand? Ji ber ku armanca qeyim ne xizmet, lê darbe ye.”

‘Dadger û dozger wekî mîlîtanên AKPê dixebitin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Vezîr Parlak bal kişand tayînkirina qeyim a li ser Şaredariya Colemêrgê, cezayê li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn. Vezîr Parlak da zanîn ku daraz veguheriye amûreke polîtîk û domdarî wiha got: “Tayînkirina qeyiman weke darazê bi kar tînin. Dadger û dozger wekî mîlîtanên AKPê dixebitin. Doza ku di sala 2009an de li Mehmet Siddik Akiş vekiribûn, bi destê cemaata Fethullah Gulen hatibû vekirin û îro jî nû dikin. Dozgerê wê dozê fîrar e, serokê mehkemeyê girtî ye, lê îro AKP bi heman dosyayan cezayê didin hevşaredarê me. Hemû tawanbarî li ser axaftinên telefonê yên kurdî ne ku asayîşê ew bi xeletî wergerandine û ti delîleke berbiçav di destê wan de nîne.”

‘Bi kirinên xwe ve pêvajoyê sabote dikin’

Vezîr Parlak anî ziman ku desthilatdarî bi polîtîka û kirinên xwe ve pêşî li çareseriyê digire û ev tişt gotin: “Dixwazin pêşiya çareseriyê bigirin. Dibêjin cemaetê pêvajoya çareseriyê xira kir, lê ferqa we ji wan nîne. Hûn bi qeyiman û bi nenasîna vîna gel, vê pêvajoyê sabote dikin. Ev peyamek e ku dixwazin gelê Kurd ji xeta Rêbertiya xwe ya ku xwedî lê derdikeve, dûr bixin. Ev hemû parçeyekî şerê taybet e. Lê bila baş bizanibin, hevalên me yên di zindanê de serê xwe netewandin û natewînin. Gelê Kurd piştî şoreşa Rojava êdî di asta cîhanê de bûye xwedî hêz. Em ê bi siyaseta demokratîk û bi gelê xwe re ser bikevin. Heta ku hevalen me ji zindanê derbikevin, em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘Konsepta Dêrsimê’ tê domandin’

Herî dawî Vezîr Parlak diyar kir ku li Colemêrgê bi awayeke domdarî polîtîkayên rizandin, bê vîn hiştinê tên domandin û wiha derbirî: Rêjeya xwekuştinê gelek bilind e. Zêdebûna rêjeya xwekuştinan ne tesaduf e, li gorî meşandina ‘Konsepta Dersîmê’ ye û armanc bişaftin û şikandina vîna civakê ye. Îro li Colemêrgê bi hişmendiya şerê taybet dixwazin gelê Kurd ji tevgera azadiyê û ji xeta xwe ya exlaqî-polîtîk dûr bixin. Ev mijarek gelekî kûr û berfireh e.”

Etîket: gendêlîÎŞKURKonsepta DêrsîmêParlamenterê DEM PartiyêRizîbûnşerê taybetVezîr Coşkun Parlak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

22 HEZÎRAN 2026
‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

9 HEZÎRAN 2026
Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

7 HEZÎRAN 2026
Jinan li Wanê rêbazên têkoşîna li dijî şerê taybet nîqaş kirin

Jinan li Wanê rêbazên têkoşîna li dijî şerê taybet nîqaş kirin

7 HEZÎRAN 2026
AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

Li Colemêrgê bi dehan kes ji kar hatin avêtin

21 GULAN 2026
AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (728)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne