Bi boneya 15ê Gulanê, bi pêşengiya KURDÎGEH, Komeleya Aryen Huner û ŞanoWanê, li eywana ŞanoWanê konsera Koma Lez û Bez hat lidarxistin.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Komeleya Aryen Huner û ŞanoWanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, rêzekonser li dar xist. Di roja dawî ya rêzekonserên Cejna Zimanê Kurdî de, Koma Lez û Bez li eywana ŞanoWanê derket ser dikê. Konser ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat û bername bi tevlibûneke xurt hat lidarxistin.
Welatiyan bi stranên komê bi coşeke mezin Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Bi vê konserê re rêzekonserên ku ji bo 15ê Gulanê hatibûn amadekirin, bi dawî bûn.















