Dewleta Tirk ji 8ê çileyê ve di êrîşên xwe yên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser gelê li Bendava Tişrînê de 41 welatî kuştin û 245 welatî jî birîndar kir.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara şehîd û birîndarên êrîşên dewleta Tirk û komên paramîlitner ên li dijî herêmê zêde bû. Hejmara giştî ya kuştî û birîndaran wiha ye; 41 kes hatin kuştin û 245 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran 7 rojnamevan û 6 endamên tîmên tendurîstî ne.
Li gorî daneyan, ji 8ê çileyê heta îro li herêma Bendava Tişrînê û li ser bendavê bi xwe 24 welatî hatin kuştin û 221 jî birîndar bûn.
Li Kantona Firatê, bi taybet li bajarê Sirînê jî di encama êrîşa 25ê çileyê de di nav de zarok 12 kes hatin kuştin û 13 birîndar bûne.
Di 29ê çile de jî balafireke bêmirov li Kobanê malek bombebaran kiribû û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û jinek jî birîndar bû.
Li kantona Cizîrê jî, bi taybet li bajarê Zirgan û gundewarê wî, di encama êrîşa 25ê çileyê de di nav de zarokek 3 kes hatin kuştin û di nav de 4 zarok û 3 jin 10 kes birîndar bûn.