Wan – Hiqûqnas Azad Weledbegî destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê hêj jî termînolojiya hiqûqî ya berfireh tune ye û got: “Divê Hikûmeta Herêmê vê erkê bigire ser xwe.”
Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê bi sernavê “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” 3emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ku 2 rojan dom kiriye li dar xist. Ji çar aliyên Kurdistanê rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar hwd. tev li sempozyûmê bûn. Di sempozyûma ku 2 rojan berdewam kir de bi sê zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî nirxandin hatin kirin. Lêkolîner û Hiqûqnas Azad Weledbegî yê ji bajarê Hewlêrê, ya Başûrê Kurdistanê tev li Sempozyûmê bûye, derbarê rewşa hiqûq û têgehên hiqûqê yên bi Soranî yên li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.
‘Divê li Tirkiyeyê Kurdî bibe babetekî rojeva siyasî’
Hiqûqnas Azad Weledbegî xebatên saziyên Kurdî yên li Bakûr nirxand, diyar kir ku xebatên heyî têrê nakin û ev yek got: “Her çend di salên dawî de li ser asta rewşenbîran û hinek sazî û dezgehên çandî û zimanî yên Kurdî hinek hewldanên fêrkirina zimanê Kurdî hebin jî, ev rewş li Bakur têra daxwazên gelê Kurd nake. Pêdivî bi hewldan û xebateke zêdetir heye da ku babeta zimanê Kurdî û pirsên girêdayî ziman, bikevin nav parlamena Tirkiyeyê û bibe babeteke rojevê ya qanûnî da ku statuyeke qanûnî bi dest bixe. Bi vî rengî astengiyên îro li pêşiya ziman hene, gav bi gav rûbirûyînek çêbe da ku em çareseriyekê ji wan re bibînin.”

‘Divê em hişmendiya ku bi Tirkî diaxive berze bikin’
Azad Weledbegî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi giştî di nav gel de li bazar, dibistan û zanîngehan, Kurd bi piranî bi Tirkî diaxivin: “Divê em vê hişmendiyê berze bikin da ku Kurd bi rastî jî berpirsyariya xwe ya hest pêk bîne û bi zimanê Kurdî biaxive. Ev her du tişt li rex hev in û dikarin gav bi gav bibin sedem ku rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê baştir bibe. Bi vî rengî ew astengiyên li pêşiya geşbûna Kurdî ne û ew siyaseta asîmîlasyonê ya ku bi dehan sal in li vî parçeya Kurdistanê tê meşandin, bandora xwe winda bike. Ev pêvajoyek e ku bi rastî pêwîstiya wê bi xebateke dûr û dirêj û berdewam heye. Bes divê gelê me bêhêvî nebe, têkoşîn û hewldana xwe berdewam bike. Dê rojek bê ku ew astengî jî namînin. Her wekî ku di rabirdûyê de li Bakur me didît ku bikaranîna zimanê Kurdî û strana Kurdî qedexe bû, lê mirov dibîne ku ew dem guherî û em hatine qonaxeke din. Ev encama hewldan, xebat û têkoşîna gelê Kurd e li Bakurê Kurdistanê. Heke ew xebat berdewam be, bêguman em ê rojeke baştir bibînin. Hêviya min heye ku Gelê Kurd dikare van astengan derbas bike û bigihîje wê rojê ku zimanê Kurdî li wir jî xwedî statuyeke qanûnî û destûrî be.”
‘Pêwîstiya me bi termînolojiyeke hiqûqî ya berfirehtir heye’
Di berfirehiya axaftina xwe de Azad Weledbegî iyar kir ku li Başûrê Kurdistanê termînolojiya hiqûqî ya berfireh tuneye û derbarê destpêkirina xebatên ferhenga hiqûqê de wiha got: “Eger em behsa termînolojiya hiqûqî ya li Başûr bikin. Di rastiyê de di destpêka Kurdîkirina zimanê dadgehên Herêma Kurdistanê de bi qasî tê bîra min derdorê sala 2000î bû, Wezareta Dadê pirtûkeke biçûk çap kir ku hinek rênûs û peyvên têgehên qanûnî wergerandibûn Kurdî, daku di karûbarên rojane yên dadgehan de bên bikaranîn. Lê mixabin ev yek berdewam nebû. Pêwîstiya me bi termînolojiyeke hiqûqî ya berfirehtir heye ku hemû qanûnan bihewîne, da ku di karûbarên rojane yên dadgehan û di qanûnan de bi kar bêt.”
‘Divê Hikûmeta Herêmê vê erkê bigire ser xwe’
Azad Weledbegî destnîşan kir ku amadehiya termînolojiya hiqûqê li ser hewldana kesan dimeşe, saziyên pêwendîdar erka xwe pêk naynin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin hewldanên nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnasên Kurd hene. Ferhenga Qanûnî ya Dr. Nûrî Talabanî, Ferhenga Dadgehan ya Dadwer Serdar Xweşnab, û 1-2 ferhengên din ên biçûktir ku li Badînanê hatine amadekirin. Bes ev hewldan, belkî di wê astê de nebin ku hemû kêmasî û valahiyan tije bikin. Pêwîst e aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêmê yên wek Encûmena Dadwerî yan jî Parlamen vê erkê bigirin ser xwe da ku termînolojiyeke qanûnî ya berfirehtir amade bikin da ku em karibin wan kêmasiyan tije bikin.”






