Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnamê de wiha hat gotin: “Ev komxebat, ne dawiya xalê ye destpêka paragrafeke nû ye. Gotina me, li gel gotina zarokan e.”
Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê komxebata bi navê “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Di roja duyemîn de bi tevlîbûna endam û nunerên saziyên zarokan û saziyên sivîl li Parka Sumerê ya Amedê bi aşkerekirina encannameê bi dawî bû.
Di encannameyê de karkeriya zarokan, qutbûna ji perwerdeyê, mafê zimanê dayikê, piştgiriya psîkososyal û tevlêbûna zarokan a di pêvajoyên biryardanê de derketin pêş. Ji bo polîtîkayên giştî yên ku mafên zarokan dixin navendê, bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî hate kirin ku bi hev re têbikoşin. Di roja duyemîn a komxebatê de di bin sernavên mafên zarokan, modela bajarê beşdar, berpirsiyariya giştî û qadên azadiyê yên zarokan de atolye hatin lidarxistin. Daneyên ku ji atolyeyan hatin girtin, veguherîn raporeke berfireh a encamê. Encannameya komxebatê ji aliyê Rêveberê Projeya Komeleya Pêşî Zarok Mazlum Menguç ve hat xwendin.
‘Zarok ne kesên pasîf in’
Di encamnameyê hat diyarkirin ku zarok ne tenê kesên ku divê bêne parastin in, ew wekî kirdeyên çalak ên bajêr in û ev tişt gotin: “Zarok; kirdeyên wiha ne ku di bajêr de dijîn, bajêr diceribînin, rexne dikin, daxwaz dikin û pêşniyarên çareseriyê tînin. Xebata bi zarokan re ne qadeke “alîkarîparêz” e, parastina mafên zarokan yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên jiyana giştî ye. Di encamnameyê bal kişand ser pirsgirêkên zarokan ên li herêmê rû bi rû dimînin û bûne sîstematîk. Hat diyarkirin ku bêparbûna aborî, lêçûnên perwerdeyê û kêmasiya piştgiriya psîkososyal dibin sedem ku zarok ji perwerdeyê dûr bikevin. Her wiha hat destnîşankirin ku karkeriya zarokan û zewacên di temenê zaroktiyê de hîn jî pirsgirêkên berbelav in û wiha dom kir: “Ev tabloya heyî ne ji tercîhên şexsî, lê ji ber neheviyên aborî, rolên zayenda civakî û polîtîkayên civakî yên kêm û nebes çêdibe.”
‘Lîstik, çand û huner mafên bingehîn in’
Di encamnameyê de hat gotin ku park, pirtûkxane, qadên werzişê, navendên çand û hunerê û atolye ji bo zarokan qadên mafên bingehînin û wiha pêde çû: “Pirsgirêkên zarokên astengdar ên di gihîştina qadên giştî de, tengbûna qada tevgera keçan a di qadên giştî de û negihîştina zarokên malbatên koçber a ji bo xizmetan, di nav sernavên derketine pêş de cih girtin. Banga li ser zimanê dayikê û beşdarbûnê xwe îfadekirina zarokan a bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û divê pergala perwerdeyê veguhere avaniyeke ku pirrengiya çandî esas digire. Meclîsên zarokan û mekanîzmayên beşdarbûnê nabe ku bibin wekî ‘vîtrîn’, banga modelên demokratîk hate kirin ku tê de zarok rasterast di pêvajoyên biryardanê de xwedî gotin bin. Bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî ji rêveberiyên herêmî dikin ku stratejî û budceyên li ser bingeha mafên zarokan amade bikin. Li ser asta taxan navendên perwerdeyê yên belaş, qadên lîstikê yên ewle, yekeyên piştgiriya psîkososyal û qadên çand û hunerê yên gihîştî werin belavkirin. Ji saziyên giştî yên navendî re jî bang dikin ku nêzîkatiyeke giştgirek a ku mafên zarokan dixe navendê û polîtîkayên xizmetên civakî yên parastin û pêşîlêgirtinê xurt dike, pêş bixin.”
‘Ev encamname destpêkeke nû ye’
Encamname wiha bi dawî bû: “Pêkhateyên komxebatê vîna xwe ya hevpar a ji bo lidarxistina civînên çavdêriyê yên birêkûpêk, avakirina komên xebatê yên tematîk û organîzekirina hevdîtinên nû yên ku zarok rasterast beşdar dibin nîşan dan. Ev komxebat, ne dawiya xalê ye, destpêka paragrafeke nû ye. Gotina me, li gel gotina zarokan e.”

















