YRKê dîmenê mikurhatina sîxurekî dewleta Îranê weşand û diyar kir ku bi boneya ew bûye sedemê şehadeta Fermandar Simko Kobanê ji aliyê hêzên wan ve hatiye cezakirin. Her wiha YRKê hişyariyeke tund da hemû kesên ku ji dijmin re sîxuriyê dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), der barê şehadeta Fermandar Simko Kobanê de daxuyaniyek weşand. Bi daxuyaniyê re dîmenê mikurhatina sîxurê dewleta Îranê yê bi navê Zanyar Şêxe jî bi raya giştî re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi boneya sûcê wî Şêxe hatiye cezakirin.
‘Di encama komployê de şehîd ket’
Di daxuyaniya YRKê de hat bibîrxistin ku Fermandar Simko Kobanê di 19ê Tîrmeha 2025an de, dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama komployeke namerdane ya dewleta Îranê de şehîd bûye. YRKê da zanîn ku destpêkê wisa dihat texmînkirin ku êriş bi balafirên bêmirov pêk hatiye, lê di encama lêpirsîna berfireh de rastî derketiye holê û ev agahî hatin dayîn: “Di encama lêpirsînê de eşkere bû ku kesê bi navê Zanyar Şêxe xwe gihandiye hevrêyên me û ji aliyê dagirkeriya Îranê ve bi radestkirina mayînekê hatiye erkdarkirin. Di vê bûyerê de namerdiya Îranê û tirsa wê ya mezin a li hemberî hêzên me, em bi awayekî eşkere dibînin.”
‘Soza me ya tolhildanê pêk hat’
YRKê destnîşan kir ku wan di rojên destpêkê yên şehadeta Simko Kobanê de soz dabûn ku ev êriş bêbersiv namîne û ew soz hatiye bicihanîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sîxurê bi navê Zanyar Şêxe di dîmenê ku hatiye weşandin de, bi hûrgilî qala sîxurî û hevkariya xwe ya bi dewleta Îranê re dike. YRKê bertek nîşanî polîtîkayên dewleta Îranê da û ev tişt gotin: “Wekî ku her kes dizane, ji dîrokê û heta roja îro dewleta dagirker a Îranê bi komplo û êrişên namerdane her tim xwe li ser piyan girtiye. Di vê bûyerê de jî careke din rûyê rûreş ê vê dagirkeriyê derketiye holê. Em ê li hemberî van êrişên ku hevrêyên me dikin hedef û bi komployan diçin encamê, heta dawiyê xwedî bersiv bin.”
‘Wê aqûbeta we hemûyan mîna vî sîxurî be’
Di dawiya daxuyaniyê de, YRKê hişyariyeke tund da wan kesên ku bi dewleta Îranê re hevkariyê dikin û ev peyam da: “Wekî YRK, em wan kesên ku bi dagirkeran re di nava hevkariyê de ne û sîxuriyê dikin hişyar dikin ku dest ji van karên qirêj berdin. Kesên ku xizmetê ji dagirkeriyê re dikin û destê wan di xwîna hevrêyên me de hebe, teqez wê aqûbeta wan mîna ya Zanyar Şêxe be û em ê qet bêhelwest nemînin.”













