Girtiyên siyasî yên li zindanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku çalakiya xwe ya “Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re” didomînin, di hefteya 121emîn de li 56 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan diyar kir ku rejîma Îranê darvekirinan wekî “amûra teror û zexta dewletê” bi kar tîne û bang li hemû pêkhateyên civakê kirin ku li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.
Li dijî pêla darvekirinan a ku Komara Îslamî ya Îranê wekî çekeke tirsandinê li ser civakê ferz dike, çalakiya greva birçîbûnê ya bi navê “Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re” ku ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, bi biryardarî dewam dike. Rêveberiya kampanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hefteya 121emîn a çalakiyê de, girtiyên li 56 girtîgehên cuda yên seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê careke din ketine greva birçîbûnê. Di daxuyaniyê de, cezayên darvekirinê wekî “amûra sereke ya tepeserkirinê ya dewletê” hatin binavkirin. Hikumeta Îranê bi wê yekê hat tawanbarkirin ku ji bo di nava civakê de atmosfereke tirs û xofê biafirîne, bi awayekî sîstematîk tundiyê bi kar tîne.
‘Darvekirin amûra tirsandinê ye’
Daxuyanî balê dikişîne ser kuştin û zextên dawî yên li girtîgehan û wiha didome: “Hefteya borî, rejîma derqanûnî ya ‘Wîlayeta Feqîh’ girtiyê siyasî yê Belûc Ebdulcelîl Şahbexş li Zindana Zahîdanê û her wiha Mihemed Ebasî yê ku di dema Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, bi hinceta ‘beşdariya di xwepêşandanan de’ darve kirin. Di heman demê de, keça Mihemed Ebasî, Fatîme Ebasî jî bi 25 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin û niha li Zindana Evînê tê ragirtin.” Ev yek wekî mînakeke şênber a zexta giran a li ser malbatên xwepêşanderan hat nirxandin.
‘Bi tirsa têkçûnê dixwaze civakê bitirsîne’
Girtiyan destnîşan kir ku dîktatoriya desthilatdar, ji tirsa rûxandinê hewl dide bi pêkanîna darvekirinên hovane civakê bitirsîne û ev peyam dan: “Zêdetirî du mehan e desthilatdariya despotîk a Îranê bi hêzên xwe yên paramîlîter û milîsên girêdayî rejîmê, kolanên bajaran dagir kirine. Bi eşkereyî perwerdeya çekan didin û zarokan di van qadan de bi kar tînin da ku şîdetê li dijî welatiyan saz bikin. Em her roj li kêleka girtiyên siyasî, dibin şahidê darvekirina ciwanan. Eger rejîm îro ciwanan yek bi yek darve dike, ev ji ber wê yekê ye ku van ciwanan cudakariya çînî dîtine û bûne şahidê gendelî û talankirina sîstematîk. Ew wan darve dikin da ku civakê bitirsînin; lê belê ev tundî li şûna teslîmgirtinê, tovên hişmendî, berxwedan û serhildanê di dilê wan de diçîne.”
Banga bilindkirina têkoşînê
Girtiyan anîn ziman ku cezayê darvekirinê ne biryareke darazê ya asayî ye û wiha gotin: “Me gelek caran gotiye; cezayê mirinê bêyî ku cureyê sûc çi be, ne tenê biryareke neheq e ku mafê jiyanê ji mirovan digire, di heman demê de amûreke zext û kuştinê ye ku ji hêla dewletê ve tê bikaranîn û xwedî kokên polîtîk, çînî û îdeolojîk e.” Di daxuyaniyê de ev bangawazî hat kirin: “Em bawer dikin ku divê ev darvekirin bi teslîmbûnê neyên pêşwazîkirin. Eşkerekirina dijberiya eşkere û pratîkî ya li hemberî darvekirinan, îro ji bo muxalîfan pîvaneke girîng e. Wekî kampanyaya ‘Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re’, em bang li hemû çalakvanên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û pîşeyî dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan zêdetir bibin yek. Em ji karker, mamoste, xwendekar û xanenişînan dixwazin ku dengê xwe bigihînin wijdanê civaka navneteweyî.”
Li 56 girtîgehan grev heye
Li gorî daxuyaniyê, di hefteya 121emîn a çalakiyê de girtiyên ku di nava wan de yên Girtîgeha Evîn, Qezelhesar, Navenda Kerecê, Ferdîs, Tehrana Mezin, Qerçek, Weramîn, Qezwîn, Eher, Erak, Qûm, Xuremabad, Borûcerd, Yasûc, Îsfehan, Ehwaz, Şîraz, Zahîdan, Yezd, Meşhed, Tebrîz, Urmiye, Sine û gelek navendên din hene, li 56 girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Tê diyarkirin ku ev kampanya yek ji tevgerên protestoyî yên herî demdirêj û birêxistinkirî yên li dijî cezayê darvekirinê yê li zindanên Îranê ye.













