Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn e û got, “Piştî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir weke tevger me ji bo çareseriyê gavên pêwîst avêt, lê belê pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe.”
Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlîn Umît a tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TVyê bûye bi munasebeta Meha Cangoriyên Gulanê, nîqaşên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên jinan, axivî.
Helîn Umît bal kişand ser girîngiya Meha Gulanê di şexsê cangoriyên Gulanê de hemû kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Di têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê, têkoşîna gelên li Tirkiyeyê de, hem jî di têkoşîna me ya li Kurdistanê de meheke pir girîng e. Di her roja vê mehê de şehîd hatine dayîn. Dema em li meha Gulanê dinêrin, bi rastî jî divê mirov rastiya şehîdan rast fêm bike, bi wan re bijî û watedar bijî. Bi vê wesîleyê, di serî de şehîdên me yên meha Gulanê, ez hemû şehîdên me yên têkoşînê, hemû şehîdên me yên demokrasî û azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke pêwîstiya dilsoziya me ya bi bîranînên wan re, ez car din soz didim ku em ê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bilind bikin, em ê statuya azadiya Kurdistanê pêk bînin.”
‘Agahî negirtin bêbaweriyê çêdike’
Di berdewama axaftina xwe de Helîn Umît da zanîn ku ev 54-55 roj in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê kirin û ev tişt gotin: “Her çend em pêvajoyê nîqaş bikin jî, ti guhertin di rewşa Îmraliyê de çênebûye. Tecrîd dewam dike. Ev rewş, helbet di me de fikarê çêdike. Em ti agahiyê ji Rêber Apo nagirin. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi vî rengî qutkirina hevdîtinan helbet rewşeke ku bêbaweriyê kûr dike. Divê her kes vê bizane.”
Tevger hemû berpirsyariyên xwe pêk anîn
Di berfirehiya axaftina xwe de Hêlîn Umît diyar kir ku dewlet rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş dizane û wiha got: “Dewlet nûnertiya Rêber Apo, îradeya Rêber Apo, israra Rêber Apo ya têkildarî civaka demokratîk û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û Komara Tirkiyeyê dizane. Baş e çima li ser Rêber Apo ji nû ve tecrîdek çêbûye yan jî hevdîtin hatin qutkirin? Ne li ser hundir, hewl didin zextê li derve bikin. Yanî dibêjin ku ‘Va ye lê binêrin Rêber Apo di nava van şert û mercan de ye. Ger em bixwazin em rê nadin pêkhatina hevdîtinan’ û hewl didin li ser Tevgera Azadiyê û gel zexteke psîkolojîk bikin. Ez dikarin vê yekê bibêjim ku qutbûna hevdîtinên li gel Rêber Apo û tecrîda li ser Rêber Apo nêzîkatiyeke wisa ye ku wê zêdetir pêvajoyê aciz bike.”
‘Rêber Apo nebe em nikarin bigûherînin’
Hêlîn Umît destnîşan kir ku çawa damezrînerê PKKê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û xeta PKKê ya taktîkî, teorîk, fikrî û stratejîk ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye diyarkirin, ya piştî wê jî dikare Abdullah Ocalan bike û wiha got: “Rêbertî nebe em nikarin veguherin. Ev ne meseleya xwestin an nexwestinê ye. Em tevlî Rêber Apo bûne, em milîtanên Rêber Apo ne. Em tenê dikarin di çarçoveya teorîk, paradîgmatîk, rêxistinî, stratejîk û taktîkî ya ku Rêber Apo ava kiriye de cih bigirin. Niha, Rêber Apo stratejiya demokratîk û stratejiya hiqûqî daniye holê. Yanî em wisa bi kişandina hewayê nokarin fêm bikin ku Rêbertî bê çi dibêje. Yan na ne ji ber ku me ewqas ji çekan hez dikir, çavsorî bûn. Yanî derfeteke din a jiyanê tune bû. Me têkoşîna çekdarî, stratejiya wê dikarin li Kurdistanê statuyê misoger bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û hêzên zordar, faşîst û paşverû yên li Tirkiyeyê hilweşînin, çek bi kar anî.”
‘Rêbertî rewşa gel esas digire’
Helîn Umît bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne rewşa xwe, rewşa gel, têkoşîn û rewşa vê pêvajoyê dixe pêş û got: “Rêber Apo tê wateya Rêberê ku Kurd ji gorê derxist û hişt ku xwe nas bike. Belê, 50 sal berê jî Kurd hebûn. Li hin deveran hebûna Kurd êz dikşand jî, dixwest hebûna xwe îfade bike. Serhildan dikir. Yanî ez nabêjim ku Rêber Apo Kurd afirand. Lê Rêber Apo kesayetiya azad a Kurd a serdema nûjen derxist holê. Û 60 mîlyon Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li Japonya, li Çînê, li her derê, niha xwe naskirî dijîn. Rêber Apo rêberê vê yekê ye. Tu kes ji Rêber Apo re nabêje tu ev î, yanî nîqaşa statûyeke bi vî awayî nameşînin. Rêber Apo rêberê azadiya gelê Kurd e û ev Rêbertî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ji herêmî ber bi gerdûnî ve berfireh bûye. Di wê wateyê de Rêberê gelan e, Rêberê jinan e, Rêberê civaka demokratîk e.”
‘Tirkiye demoratîk nebe dê tundiyê hilberîne’
Derbarê tifaqa Kurd û Tirkan de Hêlîn Umît bal kişand ser tifaqa bicihbûna Tirkan ya li Anatoliya Navîn û wiha pê de çû: “Ev diyalektîk di sultanên Selçûkiyan de jî heye, di sûltanên Osmaniyan de jî heye. Ketina Tirkan bo Anatoliyê, bicihbûna wan li Anatoliyê, bi rastî li ser bingeha hevpeymaniya Kurd-Tirk pêşketiye. Ev bi Selçûkiyan dest pê dike. Piştre bi Osmaniyan berdewam dike. Tifaqek wisa ya dîrokî heye. Dîrokek wê ya hezar salî heye. Di vê sedsala dawî de, ev tifaqa dîrokî ji hêla lîstikên derveyî ve, nîjadperestî û bi avakirina netewe dewletê hatiye têkbirin. Sed sal in, Kurd û Tirk di nav atmosferek pevçûnê de hatine avêtin. Niha bi pêlek wisa ya guherînê li herêmê, Tirkiye hewce dike ku vegere eyarên xwe yê berê. Eyara hebûna civaka Tirkiyeyê, mayîna wê li vê erdnîgariyê, bi tifaqa ku bi Kurdan re çêbike ve girêdayî ye. Ev ji bo Kurdan jî derbasdar e. Dema em li dîroka Kurd û Kurdistanê dinêrin, Kurd ji Medan dest pê dike û timî bi hêzên Anatolyayê re di nava tifaqê de bû û bi vî awayî li ser piyan ma.”
‘Giraniya Bahçelî kêm dibe’
Hêlîn Umît bilêv kir ku her ku diçe bandora Devlet Bahçelî û daxuyaniyên wî kêm dibin û ev tişt gotin: “Her ku diçe giraniya Bahçelî namîne. Di pratîkê de pêşketinek çênabe. Ev jî bendewariyan kêm dike. Bi rastî berevajî bandorê dike. Xuyaye ku ew şirîkê desthilatê ye, lê di îradeya siyasî de pir para wî tuneye. Di pêşxistin û eşkerekirina îradeya siyasî de tuneye. Bi qasî ku ez dibînim, cihê sereke niha li cem AKPê ye. Bi esasî AKP û Erdogan bi xwe îradeya siyasî temsîl dikin. Helwesta wan pir di paş de ye. Nêzîkatiya wan a li hember vê pêvajoyê ne jidilbûna wan nîşan dide.”
‘Çalakî aktîvîteyeke zanekirinê ye’
Di dawiya nirxandina xwe de Hêlîn Umît da zanîn ku pêvajoyê gihiştiye qonaxeke krîtîk û wiha derbirî: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo statuya wî em hîn bêhtir çalakiyan lidar bixin, li hev kom bibin, hevdu zane bikin. Çalakî di heman demê de aktîvîteyeke zanekirinê ye. Em tenê bi vê nemînin. Bi rastî jî vê demê li ser bingeha şoreşa pozîtîf, veguherînin demeke welê ku civaka demokratîk ava bikin, ku Rêberê me bi rastî jî azad bibe. Civaka Kurd çiqasî bi rêxistin bibe, çalak bibe wê Rêber Apo jî ewqasî azad bibe. Diyalektîkeke bi vî rengî heye. Ji ber ku ew îradeya gel e. Ev civaka welatparêz a bi keda jin, ciwan û şehîdên me yên mezin afirî divê bi vê zanibe. Li şûna ji dewletê hêvî bike, li bendê bisekine divê bi xwe biafirîne.”













