7 rojnamegerên kurd û sosyalîst ên ku di 21ê Kanûnê de hatibûn girtin, piştî 40 rojan girtî man tahliye bûn û ji girtîgehê derketin.
Rojnamegerên Kurd Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegihana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal, siyasetmedar Hacî Ûgîş û Îmam Şenol ên ku roja 21ê Kanûna 2024an di çalakiya şermezarkirina kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e, li dijî qanûna meş û civînan tevgeriyan e” hatibûn girtin. Her 7 rojnameger û her du siyasetmedar hatin tehliyekirin. 7 rojnameger piştî tahliye bûn, ji girtîgehê derketin. Malbat û hempîşeyên wan ew pêşwazî kirin.
Îdianameya derheqê rojnamegeran de 27ê çile ji aliyê 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû erê kirin. Dadgehê dosyeyê lêkolîn kir û bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat biryara tehliyeya rojnamegeran da. Danişîna ewil a rojnamegeran dê 11ê Nîsanê bê lidarxistin.