Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî ji Girtîgeha Kocaeliyê hat berdan.
Abdullah Altuntaş, di sala 1994an de li Çewligê hatibû girtin piştî 32 salên girtî ji Girtîgeha Kocaeliyê hat berdan. Altuntaş ê hatiye berdan li pêşiya girtîgehê bi awayeke girseyî û coş hat pêşwazîkirin.
Tevî malbatê û xizman, rêveberên Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) bi kulîlkan Abdullah Altuntaş pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkirinê de, Altuntaş kevokek firand.
Piştî pêşwazîkirinê girse bi konvoyê ber bi malbata Altuntaş re bi rê ket.













