Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî de biryara “Butlana mutlaq” da û bi vê biryarê re Kemal Kiliçdaroglu careke din bû serokê giştî yê CHPê.
Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî de biryara “Butlana mutlaq” da. Bi vê biryarê re Kemal Kiliçdaroglu careke din bû serokê giştî yê CHPê û derbarê Ozgur Ozel de jî biryara dûrxistina ji CHPê da.
Piştî biryara îstînafê Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê civîna awarte li dar xist. Her wiha rêveberiya CHPê biryara ku Navenda Giştî ya CHPê terk nekin girt.
Her wiha piştî biryarê welatî jî ber bi Navenda Giştî ya CHPê ve dihêrikin.













