Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo nîşandana hevgirtinê bi Serokê Giştî CHPê Ozgur Ozel re bi telefonê axivîn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo nîşandana piştgirî û hevgirtinê telefonî Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ê ku bi biryara “Butlana mutlaq” ji peywirê hat dûrxistin, kirin.
Lijneya Desteya Navendî ya DEM Partiyê jî biryar da ku sibê derbarê vê mijarê de civînek awarte li dar bixe.













