Piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya “Butlana mutlak” bi hezaran kes li ber Navenda Giştî ya CHPê li dijî dûrxistina pêywîrê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û tayinkirina Kemal Kiliçdaroglu nobedê digirin.
Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî de biryara “Butlana mutlak” da. Bi vê biryarê re Kemal Kiliçdaroglu careke din bû Serokê Giştî yê CHPê û derbarê Ozgur Ozel de jî biryara dûrxistina ji peywirê da. Piştî biryarê bi hezaran kes li ber Navenda Giştî ya CHPê kom bû. Endamên partiyên sosyalist û demokrat jî ji bo piştgiriyê herikîn ber Navenda Giştî ya CHPê. Girse bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî biryarê dide. Her wiha girseyê wêneyê Kemal Kiliçdaroglu ku li rex Serokên Giştî yên berê yên CHPê daliqandibû daxistin û parçe kirin.
Bi hezaran kesên li ber Navenda Giştî ya CHPê li dijî tayinkirina Kemal Kiliçdaroglu û dûrxistina Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel nobedê digirin. Tê payîn di seatên pêş de Ozgur Ozel jî li vir derbarê biryarê de daxuyaniyê bide.















