• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Bedirhan Tuysuz li ku ye?

Navenda Nûçeyan /AW

1 SIBAT 2025 - 14:15
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1036emîn de li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz pirsîn û gotin: “Lêpirsînek bi bandor ku dê aqûbeta Bedîrhan Tuysuz eşkere bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin.”

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin dipirsin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan kom bûn û di hefteya 1036an de çalakiya xwe berdewam kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, nûnera TÎHVê ya Stenbolê Ûmît Efe û gelek kes tevlî çalakiyê bû.

Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tuysuz ê ku di sala 1979an de li gundê Kiliçin ê navçeya Curnê Reş a Rihayê ji aliyê cerdevanên girêdayî Eşîra Bucak ve hate revandin pirsîn. Ûmît Efe diyar kir ku di dawiya salên 1970î de li Curnê Reş ku êrîş û mirin lê pêk dihat, rewşeke tund û tûj hebû û wiha got: “Nadîr Temel ê ku di 6ê Gulana 1979an de di hilbijartinê de weke namzetê serbixwe yê şaredariyê bû bi ser ket. Bi vî awayî Curnê Reş bû şaredarê yekemîn a ku siyaseta kurd bi dest xist. Piştî hilbijartinan li Curnê Reş rewşa tundûtûjiyê hîn xerabtir bû. Mehmet Celal Bucak, endamê Partiya Edaletê ya wê serdemê, di heman demê de serokê baskê Eşîra Bucak bû ku bi sedan çekdarên wê hebûn û bi dewletê re hevkarî dikirin. Îdîayên cidî yên ku bi kontrgerîla û operasyonên taybet re di nava têkiliyên nêz de ye hebûn.”

Umît Efe da zanîn ku eşîrên li Rihayê ne bi Bucak re bûn dibûn hedefa Bûcakan û wiha axivî: “Bedîrhan Tuysuz ên ku li Sîwereg û Curnê Reş bi cih bûne yek ji van eşîran in. Bedîrhan Tuysuz kesekî ku li gund bi çandiniyê re mijûl dibû û di derdora xwe de jê dihat hezkirin û rêzgirtin. Di Mijdara 1979an de bi sedan çekdarên Hakî Bucak ê ku ji Eşîra Bucakan e, bi ser gund de girt. Kurê Bedîrhan Tuysuz ê 13 salî û hevjîna wî rehîn girtin. Ji Bedîrhan Tuysuz re peyam şandin û gotin ‘Malbata te li vem me ye, bê em biaxivin’. Li ser vê yekê Bedîrhan Tuysuz hat cihê bûyerê, lê bi zorê ew xistin wesayîtê û ew revandin. Malbatê demildest serî li cendirme û qeymeqamtiyê da û xwest kurê wan ê revandî bê dîtin. Li ser îdiayên malbatê bi taybetî ku Bedîrhan Tuysuz li gundê Sogûtlu ya Bucakê bi darê zorê hatiye binçavkirin, lêpirsîn nehat vekirin. Di encamê de serlêdanên malbatê nehatin şopandin.

Lêpirsînek bi bandor ku dê aqûbeta Bedîrhan Tuysuz eşkere bike. Ji bo daxwaza Malbata Tuysuz a ‘Bila gorekî wî hebe’ bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Dayikên Şemiyê piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn qadê û belav bûn.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

6 ÎLON 2025
‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

6 ÎLON 2025
Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

6 ÎLON 2025
Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

6 ÎLON 2025
Li dijî talankirinê nobeta parastinê

Li dijî talankirinê nobeta parastinê

6 ÎLON 2025
Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

6 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (111)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne