Êlih – Li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi salan e ku rewşa aboriyê her çiqas diçe xerab dibe, ev rewş bandoreke neyênî li ser welatiyan jî dike û welatî nikarin danûstendina xwe ya cejnê jî bikin. Welatiyên Êlihê diyar kirin ku ew ji ber rewşa aboriyê êdî weke cejnên berê nikarin danûstandinên xwe bikin.
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roja ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe û welatî jî ji vê rewşa heyî ya aboriyê bi bandor dibin û gelek bi gazinc in. Di salên dawî de êdî welatî weke berê nikarin danûstendinên xwarin û pêdiviyên xwe yên malê bikirin. Êdî hatiye wê astê ku welatî nikarin debara xwe ya malê bikin. Ji ber vê rewşê welatî her tim nerazîbûnên xwe yên li dijî pergalê tînin ziman. Lê dîsa jî rayedarên dewletê, gazincên welatiyan li ber çavan nagirin û rewşê xerabtir dikin. Bi vê yekê re, di salên dawî de her diçe enflasyon radibe. Di erefeya cejnê de bihayê goşt, şekir, xwarinên din bihatir bûne. Ev rewş jî bandoreke neyînî li welatiyên xizan dike û gelek ji wan jî nikarin ji mala xwe re tiştekê bistînin.
Êlihiyan anî ziman ku ew weke salên berê nikarin danûstandina cejnê bikin û diyar kirin ku tiştên pêdiviya wan pê heye li gorî salên derbasbûyî deh qat biha bûne.
‘Milet xizan e û kes nikare mesrefa xwe ya cejnê jî bike’
Welatiyên Êlihî diyar kirin ku rewşa aboriyê gelek zehmet bûye û gotin ku berê ew bi sed lîreyî diçûn bazarê, gelek tiştan dikaribûn bistînin, lê niha êdî nikarin weke berê tiştan bistînin û wiha qala nebaşbûna aboriyê kirin: “Em niha bi hezar lîreyî diçin bazarê em nikarin tiştekî bistînin. Eşya pênc qat bûye, berê kesek dixebitî deh kes xwedî dikirin. Îro deh kes nikarin kesekî xwedî bikin. Demên berê mirov ji cîranê xwe re jî qurbanek distend, lê niha mirov nikare ji xwe re goşt jî bîstine. Milet xizane û kes nikare mesrefa xwe ya cejnê jî bike. Tiştên xwarinê gelek biha bûne. Pereyê berê jî hinek nirxê wî hebû û mirov dikaribû pê tiştek bistendina. Me ew qas krîz dîtine lê me ne dîtiye ku esnaf zebeşan bi zûlan firotiye. Niha êdî li marketan zebeş bi vî awayî tên firotan. Me berê bi kîloyan eşya nedistend. Beriya çend sal berê jî em diçûn marketan heta diçû poşet me distend, lê em niha nikarin wisa bikin. Dewlemendan dewlemend dikin û xizanan jî xizan dikin. Êdî esnaf jî weke berê nikarin esnaftiyê bikin, ji ber ku av, ceyran, gaza xwezayî û kirêya dikanan zêde bûye kes nikare karekî jî bike.”
‘Dilê miletê ji danûstendinê re nexweş e’
Welatiyan gazincên xwe wiha anîn ziman û ev yek gotin: “Herêma me bêhtir bi xwedîkirina ajalan re mijûl e. Lê wê jî didin qedandin. Êdî her tişt giran bûye, her tişt li gorî sala din zêde dibin. Şûşeyek av bûye deh panzdeh lîre. Kîloyek goşt bûye 1000 lire. Berê me 50 lîre dibir bazarê me erebokê tijî dikir, lê niha em bi 1000 lîreyî jî nikarin erebokê nîvî bikin. Dema ku kîloya goşt bibe 750-1000 lîre dê çawa rewşa aboriyê xweş bibe. Mûçeyê kêmtirîn 28 hezar e, lê êdî ew jî xêr têde tune ye. Her tişt ji derve tînin û gelek caran jî pê re nagihin. Ji ber ku pirsgirêka aboriyê zêdetir dibe. Berê mûçe hindik bûn dîsa jî dan û stendin hebû. Kîloyek penêr bûye 300-400 lîre. Kîloyek şekir bûye 500 lîre, milet çawa dikaribe bistîne. Her tişt serê xwe hilandiye û çûye, lê hatin tune ye. Pereyê Tirk gelek bêqîmet bûye. Îsal firotina şekirên cejnê gelek giran e û weke berê nayên firotin. Sala çûyî jî şekir bi 200î bû îsal bûye 400-500î. Li sûkê milet pir heye lê ji ber ku bihayê tiştan zêde ye, kes tiştek nastîne. Dilê miletî ji danûstandinê re nexweş e.”












