Şaredariya Peyasê ragihand ku ji bo ku Cejna Qurbanê baş derbas bibe û welatî bigihin berhemên bi ewle û paqij bi hemû gerînendetiyên xwe ve dest bi xebatên amadekariya cejnê kiriye.
Ji bo ku Cejna Qurbanê bi rêk û pêk û di rewşeke baş de derbas bibe, Gerînendetiya Zabiteyan, Gerînendetiya Xizmetên Berasteng û Kal û Pîran, Gerînendetiya Karên Paqijiyê û Gerînendetiya Park û Baxçeyan ên Şaredariya Peyasê, dest bi xebatên berfireh kirin.
Şaredarî bi tîmên xwe yên taybet, beriya cejnê û heta piştî Cejna Qurbanê jî, xebatên paqijkirina mizgeftan, lênihêrîna malên kesên hewcedar, paqijiya derdoran û kontrolên li dikan û marketan dê bidomîne.
Paqijkirina mizgeftan
Tîma paqijkirina cihên îbadetê ya di bin Gerînendetiya Xizmetên Paqijiyê de, li hemû tax û gundên ku mizgeft lê hene, paqijkirina xalîçe, lavabo û derdora mizgeftan didomîne.
Kontrolên tenduristiyê
Gerînendetiya Zabiteyan ji bo misogerkirina ku welatî bigihin berhemên ewle, paqij û bi bihayên maqûl û ji bo parastina tenduristiya giştî, kontrolên xwe zêde kirine. Zabiteyan bi taybetî li qesabxane, market û dikanan kontrolên berfireh dikin ku standardên hîjyenê û şertên depokirina berhemên weke goşt, mast, penîr û hwd bên pêkanîn.
Kontrola cihên serjêkirina qurbanan
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Peyasê, tîmên Gerînendetiya Zabiteyan, Gerînendetiya Karên Paqijiyê û Gerînendetiya Tenduristiyê, berî cejnê û piştî cejnê jî, li hemû cihên firotin û şerjêkirina qurbanan kontrolên paqijî û tenduristiyê yên ajalan didomînin.

















