Welatiyên Wanê bi hatina Cejna Qurbanê re rewşa aborî nirxandin û diyar kirin ku her tişt pir zehmet bûye û gotin: “Em nikarin tiştekî bikirin, qîmeta pere nemaye. Aborî nemaye. Hikûmetê civak perîşan kiriye.”
Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re li sûk û kolanên Wanê liv û tevgereke zêde heye. Li her derê dezgehên cil û bergan, kelûpelan û xurekan hatiye danîn. Liv û tevger, qelebalixî zêde ye lê danûstandin kêm e. Ji ber aboriya xerab û bêkariyê gel cejnê bêmaoral û dilşikestî pêşwazî dike. Welatiyên Wanê bal kişandin ser krîza aborî, diyar kirin ku ew nikarin pêdiviyên xwe mîna salên berê dabîn bikin û diyar kirin ku pêdiviyên wan li gorî salên derbasbûyî deh qet bihatir bûne.
‘Hikûmetê civak perîşan kiriye’
Welatiyê bi navê Recep Cengîz behsa bilindbûna enflasyonê û biqîmetbûna nirxê pereyan kir û got: “Em nikarin tiştekî bikirin, qîmeta pere nemaye. Aborî nemeye. Kê desthilatdarî hildaye, diziye.” Recep Cengîz Hikûmeta AKPê jî rexne kir û ev yek gotin: “Hukumetê li her derê merivê xwe hildane kar, di xizîneya dewletê de pere nemaye. Ciwan hemû bêkar mane û bûne tiryakkêş. Hikûmetê civak perîşan kiriye, em qet ji hikûmetê razî nîn in.”
‘Divê qedexeyên li ser gundan bên rakirin’
Welatiyê bi navê Mehmet Tugan jî diyar kir ku cejnên berê ji niha çêtir bûn û axaftina xwe wiha domand: “Rewşa aborî berê ji niha çêtir bû. Milet baştir dikarî pêwistiyên xwe bi cîh bîne. Niha milet pirr koçî bajaran kiriye, bêkarî zêde bûye, rewşa aboriyê nebaş e.”
Mehmet Tugan bal kişand ser qedexeyên li ser gundan û zozanan û xwest ku hikûmet qedexeyên li ser gundan rake ku milet karibe vegere li gundên xwe û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku astengî bên rakirin. Milet vegere gund û warên xwe, sewalkariyê bike.”
‘Cejnên berê û yên niha pir cuda ne’
Welatiya bi navê Sumeyye Tîmûr jî bal kişand ser guhertinên cejnê û xweziya xwe bi cejnên salên berê anî. Sûmeya Tîmûr destnîşan kir kû berê di cejnan de milet serdana hevdu dikir, cejnên berê xweştir bûn û wiha got: “Berê mirovatî hebû, çûn û hatin hebû, taybetî piştî pandemiyê eydên berê êdî neman. Berê mezin û rûspiyên me diçûn dihatin, di nav civakê de bûn. Ew jî niha êdî naçin û nayên. Xwarin û vexwarin hebû. Niha tiştek nemeye. Rewşa aborî jî xerab e, ev jî li ser cejnan neyînî bandor dike. Kes nikarê ji xwe re cilan, pêlavan, şekirê eydê bikire.

Welatî Alper Ertan jî da zanîn ku bihayê her tiştekê gelek zêde ye û kes nikare pêwîstiyên xwe dabîn bike û got: “Danû standin pir zehmet bûye, li gel milet pere tuneye.”













