• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê GULANA 2026an

    Konslosxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir

    Konslosxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir

    Ozgur Ozel: Bila 2 milyon endam serokê giştî diyar bikin

    Ozgur Ozel: Bila 2 milyon endam serokê giştî diyar bikin

    Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê GULANA 2026an

    Konslosxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir

    Konslosxaneya Îtalyayê ya Hewlêrê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir

    Ozgur Ozel: Bila 2 milyon endam serokê giştî diyar bikin

    Ozgur Ozel: Bila 2 milyon endam serokê giştî diyar bikin

    Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Cejna Qûrbanê civakîbûyînê diparêze’

Daristan Pala / AW

27 GULAN 2026 - 08:48
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Wan – Cejna Qûrbanê ya di nava welatiyan de dibe bingeha civakîbûn, hevgirtin û piştevaniyê li dijî pêşxistina berjewendiyên nefsî, komkirina mal û milk jî hewldanek e.

Cejna Qurbanê, di baweriya Îslamê de ne tenê wekî pîrozkirineke olî, lê wekî bingeheke avakirina exlaqeke bilind û pergala xurtkirina piştgiriya civakî ye. Ev cejna navê xwe ji ji koka “qurb” digire û di xwe de wateya nêzîkbûnê dihewîne. Di bingehê de qurban sembola girêdana kûr e û qurbanîkirin jî hewldana mirov a ji bo feda kirina berjewendiyên nefsî, komkirina mal û milk e da ku mirov bi vê yekê di warê manevî de nêzî Xweda bibe. Ev manewiyata hatiye avakirin dema di nava civakê de belav dibe, dibe mifteya edalet û parvekirinê. Bi pergala belavkirina goşt re di navbera dewlemend û hejaran de pireke dilovaniyê û birînên civakê derman dike. Di heman demê de, bi rêya serdanên xizman û lihevhatina kesên xeyîdî, kîn û sarbûna di navbera kesan radike û dibe sedem ku aştiya civakî xurt dibe. Di dawiyê de, coşa ku di rûyê zarokan de geş dibe bîra civakî taze dike û nîşan dide ku di roja me ya îro de di nava alema Îslamê de li dijî xwe komkirina malê dinyayê dibe bingeha dilovanî û hevgirtina mirovî.

‘Heke silavkirin û parvekirin nebe ol jî nabe’

Endamê Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Olî ya Wanê Osman Kaya bal kişand ser wate û girîngiya Cejna Qûrbanê, anî ziman ku cejn sedema lihevhatina mirovahiyê ye û got: “Cejna Qurbanê roja kêfxweşiyê, roja silavkirin û lihevhatineke mezin e. Ew mirovên ku ji hev xeyidî bin, silavê didin hev. Her tişt di vê rojê de, li gorî ruhê Îslamiyetê û demokrasiyê pêk tê. Em ji bo aştiyê, silavkirinê û nêzîkbûnê cejnê pîroz dikin. Ji ber ku heke silavkirin û parvekirin nebe, ol jî nabe.”

‘Aştiyê ava bikin’

Osman Kaya bal kişand ser bêedaletî, êşên civakî û axaftina xwe wiha domand: “Hêvî û ricaya min ji hemû misilmanan û her kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ ew e ku silavê bidin hev û aştiyê ava bikin. Bila ev mirovên me ewqas zor û eziyetiyê nebînin. Bi hezaran mirovên me vê gavê di girtîgehê de ne, bi hezaran mirovên me winda ne û em nizanin bê ser û şûn bi kû ve çûne.”

‘Nirxê kesên zilmê dikin pênc qirûş nake’

Di dawiya axaftina xwe de Osman Kaya herî dawî rexne li nêzîkatiyên durû yên li hemberî îbadet û zilmê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew mirovên ku dibêjin ‘ez misilman im, ez diçim hecê, ez nimêjê dikim, ez zekatê didim’ ji aliyê olê ve zilmê dikin. Nirxê kirinên wan pênc qirûş nake. Çunkî Xwedayê Teala em ji bo kuştin, zilm û tundiyê neafirandine. Ji bo em jiyana vê dinyayê û axreta xwe bi rûmet ava bikin em afirandin.”

Etîket: aştîCejna Qurbanêcivakbûngirêdanhevgirtin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

26 GULAN 2026
Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

26 GULAN 2026
‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

26 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026
Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

Welatiyên Êlihê: Ji ber krîza aboriyê em nikarin danûstandina cejnê bikin

25 GULAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Cejna Qûrbanê civakîbûyînê diparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji partiyên Kurd banga xurtkirina diyalogê û helwesteke yekgirtî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Peyasê Komuna Çandiniyê hat avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola çand, ked û afirîneriya jinan: Mehfûr

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (692)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne