Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê di encama êrişeke bi kêrê de yek jê giran 3 kes birîndar bûn. Tê payîn ku li pişt êrişê motîvasyoneke cîhadîst heye.
Li Gara Trênê ya Winterthurê ya nêzî Zurîhê, êrişeke bi kêrê pêk hat. Kesekî ku heta niha nasnameya wî ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin, li derdora garê bi awayekî ketûber bi kêrê êrişî mirovan kir. Di encama bûyerê de yek jê giran bi giştî 3 kes birîndar bûn.
Êrişkar hate binçavkirin
Piştî êrişa ku rê li ber tirs û panîkeke mezin vekir, gelek polîs û tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin. Li gorî agahiyên destpêkê yên ku di çapemeniya Swîsreyê de cih girtine, êrişkar di demeke kurt de ji aliyê polîsan ve hate bêbandorkirin û binçavkirin. Hate ragihandin ku gumanbar 31 salî ye û hemwelatiyê Swîsreyê ye.
Gumana motîvasyona cîhadîst
Polîsan da zanîn ku der barê sedem û motîvasyona êrişê de lêpirsîn didome, lê belê di hin dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin de, tê dîtin ku êrişkar di dema bûyerê û piştî wê de dirûşma “Allahu Ekber” berz dike. Rayedaran hê jî bi awayekî fermî piştrast nekirine ku êriş xwedî motîvasyoneke ‘olî’ yan jî ‘îdeolojîk’ e.
Li aliyê din, tê zanîn ku bajarê Winterthur ê ku êriş lê pêk hatiye, wekî bajaranek ku radîkalîzma cîhadîst lê xurt e.













