Têkildarî qetilkirina du birayan ên ji hêla rejîma Îranê ve PJAKê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtalê daxuyaniyek da. PAJKê diyar kir ku rejîm nikare bi zext û terorîzmê tevgera rizgariya gelê Kurd û Îranê rawestîne û got ku dê xwîna her du birayan bibe semboleke din a têkoşîn û berxwedanê.
Sûcên li dijî mirovahiyê û înfazên li derveyî darazê yên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan û baweriyên cuda berdewam dikin. Di sibeha 28ê Gulanê de Pasdarên rejîma Îranê di ser gundê Kaleh Ganel yê navçeya Dalaho ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê de girtine û bi hinceta tev li xwepêşandanên meha çileyê bûne du ciwanên kurd ên birayê hev Maysam Waisi û Mojtaba Waisi qetil kirin.
Têkildarî qetilkirina du birayan ên ji hêla rejîma Îranê ve Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtalê daxuyaniyek da û wiha got: “Em vê sûîqesta hovane bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Yarsan, gelê Kurd û Îranê re dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku tevgera rizgariya gelê Kurd û Îranê bi terorîzm, zext û sûcê nikare bê rawestandin. Bêguman xwîna şehîd Mojtaba û Maysam Waisi wê bibe semboleke din a têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoriya Komara Îslamê.”













