Festîvala Boreka Kurdan ya Kevneşopî ku ji aliyê KAYDERê ve tê lidarxistin, bi tevlîbûneke girseyî dest pê kir. Di festîvalê de hate destnîşankirin ku ev çalakî ne tenê kombûneke ji bo xwarinê ye, di heman demê de xwedîderketina li bîr û nasnameya çandî ye.
Li hemberî polîtîkayên bişaftinê û înkarê gelê Kurd li metropolan bi çalakiyên cihêreng xwedî li çanda xwe derdikeve. Festîvala Boreka Kurdan ya Kevneşopî ku ji aliyê Komeleya KAYDERê ve tê organîzekirin, îsal jî bi tevlîbûneke xurt û bi coş dest pê kir.
Boreka Kurdan hate belavkirin
Çalakiya ku gel eleqeyeke mezin nîşan da, di saetên serê sibehê de bi belavkirina “Boreka Kurdan” ya germ dest pê kir. Qada festîvalê ji bo axaftin, konser û çalakiyên cur bi cur ên ku wê tevahiya rojê bidomin, bi welatiyan tije bû.
Siyasetmedar û nûnerên saziyan tevlê bûn
Di bernameya vekirina festîvalê de, li gel girseya gel nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî cih girtin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Farûk Hulagu û Omer Ocalan, her wiha Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî çalakiyê bûn.
Piştevaniya civakî mezin dikin
Welatiyên ku tev li festîvalê bûn, hem tehmkirin xwarinên herî xweşik ên pêjgeha Kurdî, hem jî bi hatina ba hev re piştevaniya neteweyî û civakî mezin kirin.
‘Ne tenê xwarin e, bîra me ya çandî ye’
Rêveberên KAYDERê bal kişandin ser wateya dîrokî û çandî ya festîvalê. Rêveberan destnîşan kirin ku ev festîval ne tenê lidarxistina çalakiyeke xwarinê ye, di heman demê de helwesteke girîng e ku bîra çandî ya Kurdan zindî digire û yekîtiya civakî ya gel xurt dike.
Li gorî bernameyê, tê payîn ku di axaftinên festîvalê de mijarên wekî parastina mîrateya neteweyî, mezinkirina piştevaniyê û pêşxistina çanda jiyana hevpar derkevin pêş. Festîval wê tevahiya rojê bi konser û çalakiyên rengîn bidome.













